Şandeyek partiyên Bakûrê Sûriyeyê li Başûr e

Şandeyek ji nûnerên partiyên siyasî yên Kurdên Rojava,hat Başûrê Kurdistanê. Şande wê bi armanca avakirina yekrêziya Kurdan serdana partî û rêxistinên Kurdistanî bike.


Şandeya ji serok û rêveberên partiyên siyasî yên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de cih digirin pêk tê, îro hat bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê.

Şande wê çend rojan li herêmê bimîne û di çarçoveya avakirina yekrêziya Kurdî de serdana partî û rêxistinên Kurdistanî yên li Başûrê Kurdistanê (Partiyên Bakur, Başûr, Rojhilatî) bike.

Têkildarî mijarê nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb zanyarî dan û diyar kir ku armanca serdanên şandeyê, di vê pêvajoya hesas de avakirina yekdengî û yekrêziya Kurdan e.

Silêman Ereb destnîşan kir ku di serdanan de her wiha wê helwesta li dijî êrîşên dewlet Tirk ên li ser destkeftiyên Kurdan û gelek mijarên din jî werin gotûbêjkirin.

Silêman Ereb, da zanîn ku serdan wê sibe li Silêmaniyê destpê bikin û piştî hevdîtinên li vir, wê li Hewlêrê dom bikin.