Karmendên Şaredariya Gel a Binarê Qendîlê şev û roj ji bo welatî bikarin hatinûçûnê bikin riyên di navbera Raperîn û navçeyên Soran û Çomanê de ji berfê paqij dikin.
Li Herêma Kurdistanê ev çend roje pêlek barîna berf û baranê destpê kiriye. Binarê Qendîlê jî para xwe ji barina berfê girt. Ji bo welatî astengiyan nekêşin, Şaredariya Gel a Binarê Qendîlê ji bo paqijkirina riyan şev û roj kar dike.
Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen diyar kir ku karmendên wan şeva borî ve riya sereke ya di navbera Raperîn û navçeyên Soran û Çoman paqij dikin û daxwaz ji şofêran kir ku ji bo selametiyê pîvanên trafîkê li ber çavan bigirin û zincîrên tekelên wesayîtan li gel xwe bibin.
Tîma Şaredariya Binarê Qendîlê bûn sê kom. 24 saetan li ser erk in û li her ciha ku astengî çêbû di çin wir.
(ab)