Şaredariya Şengalê rêyên gundan çêdike

Şaredariya Gel ya bajaroka Serdeştê a Şengalê çêkirina rêyên gundan berdewam dike. Her wiha niha rêyên gundên Kaniya Pîrexayê û Warê Rezan tên çêkirin.


Şaredariya Gel ya bajarokê Serdeştê a Şengalê xebatên xizmetguzariyê ji bo gelê Êzidî dewam dike. Di vê çarçoveyê de xebatên rêyên gundan tên çêkirin. Li ser daxwaziya welatiyan niha rêyên gundên Kaniya Pîrexayê û Warê Rezan tên çêkirin da ku bi hêsanî bikaribin herin çiyayê Şengalê.

‘Wê çûn û hatin hêsan bibe’

Têkildarî mijarê ji rêveberên şaredariya gel a Serdeştê Ziyad Qewal axivî û wiha got; “Li ser daxwaziya gel me dest bi çêkirina rêyên her du gundan kiriye. Bi çêkirina rêyên van gundan re wê welatî bi hêsanî bikaribin herin nav bexçe û zeviyên xwe.”