Şaswar Ebdulwahîd hate binçavkirin

Piştî ku Serokê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) Şaswar Ebdulwahîd eşkere kir ku wê biçe dadgehê, dadwer biryara binçavkirina wî da.


Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Giştî ya Silêmanî ya Silêmaniyê duh biryara girtina Serokê Serokê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) Şaswar Ebdulwahîd bi tawanbariya, ' Xirab bikaranîna amorên peywendiyan' dabû.  Li ser biryarê îro Serokê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) Şaswar Ebdulwahîd eşkere kir ku wê diçe dadgehê. Piştî vê daxuyaniya dadwer biryara girtina wî binçavkirina wî ji bo demek nediyar da.

Piştî biryara  girtina Serokê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) Şaswar Ebdulwahîd, Parlementerê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) yê Herêma Kurdistanê Kawe Ebdulqadir di civîna çapemeniyê de eşkere kir ku Şaswar Ebdulwahîd bi madeya 2 ya xirab bikaranîna telefonê tê dadgeh kirin. Kawe got ku pêwîst bû bi kefalet bihata berdan û got; "Lê dadwer biryara girtina wî da û dem jî nediyare."

(ab)