Şaswar Ebdulwahîd: Niha diçim dadgehê

Serokê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) Şaswar Ebdulwehîd eşkere kir ku çawa berê çûye, wê niha jî biçe dadgehê.


Serokê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) Şaswar Ebdulwehîd têkilarî biryara Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Giştî ya Silêmanî ya di derbarê wî de dayî li ser hesabê xwe yê tora civakî facebookê daxuyaniyek da û eşkere kir ku wê biçe dadgehê.

Serokê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) Şaswar Ebdulwehîd ev agahî dan; "Ez bi xwe wê niha biçin dadgehê, weke çawa berê çûme dadgehê. Tişta li hemberî me û hevalên me de tê kirin baca helwesta me ye, ne baca şaşiyane. Gelek kes hene şaşî û tewanên mezin kirine, lê li vî welatî azad tevger dikin.

Ji bo me jî hêsan bû rastî van tiştan neyên û bê helwest bîn û pişta xwe bigin xelkê xwe, lê ya me riya raste. Guhertinêm mezin qurbanî dan divê. Xwedî îrade divê. Hemû aliyan piştrast dikim ku em ê ji caran bihêztir bibin û çûk nadanîn. Tişta ku li ser dihizirin çend salên bêne. Ne bûyerên biçûk ên demkî yên nihane. Ji ber ku vê ev derbas bibin. Tişta ji bo dîrokê û paşerojê dimîne rastî û xwedî helwestî ye."

 

(ab)