Sê roj in li navenda Silêmaniyê ti kes bi vîrûsa korona neketine

 Li navenda Silêmaniyê ev 3 roj in ti kes bi vîrûsa korona neketine. Yên li nexweşxaneyê jî rewşa wan başe.


Li Herêma Kurdistanê heta niha bi giştî  103 kes bi vîrûsa korona ketine, 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 27 kes jî sax bûne. Li Herêma Kurdistanê vîrûsa korona destpêkê li Silêmaniyê hate dîtin. Lê ev 3 roj in li navenda Silêmaniyê ti kes bi vîrûsa korona neketine.

Cîgirê Rêveberiya Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Hêriş Selîm têkildarî mijarê ev agahî dan Rojnews’ê;”Duh û pêrê li Silêmaniyê ti nexweşên nû nehatin dîtin. Yên li ser van vîrûs hatine tespît kirin li Derbendîxan û Çemçemal bû ku dikevin ser parêzgeha Silêmaniyê. Îro jî ti kes bi vîrûsa korona neketine.”

Dr. Hêriş Selîm eşkere kir ku rewşa kesên bi vîrûsa korana ketine û li nexweşxanê ne başe e û tenduristiya wan di cih de ye.

(ab)