‘Sedemê koça ciwanan ji Kurdistanê, nebûna derfetên kar e’

Li Hewlêrê panelek li ser koça ciwanan ji Kurdistanê û sedemên wê hate lidarxistin. Di panelê de encama anketek ku 3 hezar ciwan beşdar bibûn jî hate eşkere kirin. Li gorî encamên anketê, sedemê koça ciwanan nebûna derfetên kar û sûd wernegirtin ji jêhatinên ciwanan e.


Piştî saetên nîvro li Otela Bêt Ên Arbîl ya li Hewlêrê, panelek li ser sedema koça ciwanan ji Herêma Kurdistanê hate lidarxistin. Her wiha di panelê de encama ankêtek ku li ser heman mijarê hatibû kirin û 3 hezar ciwan beşdar bibûn jî hate eşkere kirin.

Ankêta ku 3 hezar ciwan beşdar bibûn ji sedî 68.2 zilam û ji sedî 31.2’ê wan jin bûn. Temenê ciwanên beşdar bibûn jî di navbera 16 ta 40 salî de bû.

Di panelê de Serokê Tora Hemahengiya Rêkxirawan Sîrwan Gerdî encamên anketê eşkere kir.

Li gorî encama anketê ji sedî 35.8’ê beşdarvanan diyarkirine hikûmet rê nade ciwan beşdarî nava  saziyên îdarî bibin. Her wiha ji sedî 31.6’ê beşdarvanan jî li gora wan partiyên siyasî rê nadin ciwan beşdarî nava siyasetê bibin.

Her wiha di anketê de li gora beşdarvanan sedemê koça ciwanan bêkarî, nebûna derfetê kar ji bo ciwanan di sektora taybet û hikûmî de wek sedemê sereke yê koça ciwanan diyar kirine. Her wiha beşdarvanên anketê sedemek din yê koça ciwan beşdarînekirina ciwanan di nava karên siyasî û sûd wernegirtina ji kêrhatinên ciwanan ve girêdane.

Her wiha ji sedî 65.8’ê beşdarvanên anketê bêkarin û ji sedî 85’ê wan jî dixwazin li gel serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê bicivin û pirsgirêkên xwe bînin ziman.

Salane ji Herêma Kurdistanê bi hezaran ciwan berê xwe didin ji dervey welat.Gelek caran ciwan bi rêyên ne yasayî de diçin û dibin qurbanî. Roja 11’ê vê mehê jî qayîkek ku 53 kes têda bûn di navbera Yunanîstan û Îtalyayê de noqî avê bû. Ji vana 22 kes Kurd bûn.

(şk)