Sedî Pîre: Tirkiye li dijî Kurdane

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre eşkere kir ku desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê destnîşan dike ku dewleta Tirk bi çek û pênûsê li dijî Kurdane û got;"Tirkiye dixwaze pirsgirêkê li Silêmaniyê der bixe."


 Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre piştî hevdîtina li gel Mekteba Peywendiyên partiya xwe li baregeha Polîtboroya YNK'ê ya Silêmaniyê daxuyanî da.

Pîre bersiva pirsa Rojnews'ê ya li ser helwesta YNK'ê ya li ser ji aliyê dewleta  Tirk ve dagirkirina şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê wiha da;"Em gelek bifikar in. Karek xirabe. Sîstema demokrasiyê li Tirkiyeyê têxe jêr pirsyaran de. Yên îro ji kar hatin dûrxistin ne çek darin. Pênûsên wan li gel bûn û serokên şaredariyan bûn. Lewma em li vir fam dikin ku bi çek û pênûsê li dijî Kurdan in."

Pîre bal kişand li ser serneketina modêla hikûmriya Tirk û destwerdana Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê û got:"Tirkiye dixwaze ji bo veşartina pirsgirêkên xwe yên navxweyî pirsgirêkan li Silêmaniyê çêbike. Silêmaniyê ji bo Tirkiyeyê ti ser êşî nebû."

Pîre di derbarê mijara waliyê Kerkûkê de jî axivî û wiha destnîşan kir; “Diyarkirina waliyê Kerkûkê, tenê bi lihevkirna YNK û PDK’ê nabe. Tenê ji bo ku PDK li dij dernekeve, lihevkirin bi wan re çê dibe. Ev yek pêwîst bi karkirina bi aliyên siyasî û Hikumeta Iraqê reye. Herwiha bi peywendiyên herêmê ve jî girêdaye.”

Pîre diyar kir  ku PDK ji lihevkirina li ser Taybîb Cebar ku namzetê waliyat Kerkûkê ye  venekêşaye.

Sedî Pîre balkêşa ser lidarxistina 4’emîn kongreya YNK’ê jî û got; “Raste, divê kongre ji bo xwe rêxistin kirinê be, lê divê hemû amadekarî werin temam kirin. Tê payîn di sala 2019’an de YNK kongreya xwe lidarbixe. Hîn jî ji bo diyarkirina roja kongreyê dem heye.”

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre di dawiyê qala peywendiyên YNK’ê ya bi dewleta Tirk re jî kir û got; “Niha hêdî hêdî cezayên ku li ser nûnerê YNK’ê yê Tirkiyeyê Behroz Gelalî tên rakirin. Bi vê re jî vekirina nûnertiya YNK’ê a li Enqerê jî li holê ye.”

(rn)