کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Dişem, Gelawêj 15, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Şehîd Diyar Xerîb li ser gora xwe hat bîranîn

  ROJNEWS- QENDÎL
25/06/2022 - 8:24:28 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora wî ya li Binarê Qendîlê bi merasîmek girseyî hat bîranîn. Di merasîmê de soza berdewamkirina têkoşîn û rêbaza Şehîd Diyar Xerîb û hemû şehîdên tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd hat dayîn.

Di saetên êvarê de bi boneya sêyemîn salvegera şehadeta Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb, li Goristana Şehîd Mehmed Karasungur a li Binarê Qendîlê bi amadebûna malbata şehîd, rêhevalên wî û gelek welatiyên Başûrê Kurdistanê merasîmek bîranînê hate lidarxistin.

Di merasîmê de wêneyên Şehîd Diyar Xerîb û her du gerîlayên pêre şehîdbûn, Şahîn Dîcle û Dewran Canfeda hat hildan, deste gulek li ser gora şehîd Diyar Xerîb hat danîn û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir, li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr, Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Sara Kerîm daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Sê sal di ser şehadeta Diyar Xerîb û rêhevalên wî re derbas dibin, em li vir li ser gora wan a pîroz kombûne. Em soza xwe dubare dikin ku emê têkoşîna wan berdewam bikin heta bidestxistina Kurdistanek azad ku xewn û xeyala hemû şehîdaye.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro gelê Kurd bi şerekî giran re rû birûye. Xaka Kurdistanê ketiye ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û xeta xiyanetê. Êrişa li dijî gerîla, destkeft û xwîna şehîdan gihiştiye lûtkeyê. Faşîzma Tirkiye bi hemû teknîka pêşketî ya şer, li gel piştgiriya NATO û xeta xiyanetê li Başûrê Kurdistanê ji çiyan ta digihe nava gund û bajaran dest bi êrişan kiriye. Armanca van êrişan tinekirina gelê Kurd û destkeftiyên ku bi xwîna hezaran şehîd çêbûne ye.

Em ê bi rûhê berxwedana Zap, Metîna û Avaşîn li dijî dagirkerî û xeta xiyanetê têkoşînê bilindtir bikin û Kurdistanê bi parêzin.”

Piştre girse serdana gora Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr Şehîd Şukrî Serhed kirin. Bi dirûşmên “Şehîd namirin” dawî li merasîma bîranê hat.

 

1 y 7
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

(kş)

 

Nûçeya berê

Li Silêmaniyê pêşangeha şêwekarî hat vekirin

Nûçeya pişt re

Hizbullaha Iraqê: Êrişên li ser bîrên neftê ji aliyê komên girêdayî MÎT’ê ve tên kirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Guleya yekem a 1984 û 2014’an

Guleya yekem a 1984 û 2014’an

Gelawêj 15, 2022
‘Hikumet li şûna xizmetê bike, Silêmanî dorpêç dike’

‘Hikumet li şûna xizmetê bike, Silêmanî dorpêç dike’

Gelawêj 15, 2022

KNK’ê bi boneya 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand

Nûnertiya PYD’ê: Dijî êriş û dagirkeriya Tirk rabin

MXDŞ: Wê Pêngava 15’ê Tebaxê hertim di nava me de geş bibe

‘Di dema girtina terorîstan de welatiyek jiyana xwe ji dest da’

Nûçeya pişt re
Hizbullaha Iraqê: Êrişên li ser bîrên neftê ji aliyê komên girêdayî MÎT’ê ve tên kirin

Hizbullaha Iraqê: Êrişên li ser bîrên neftê ji aliyê komên girêdayî MÎT’ê ve tên kirin

Yên Li Pêş

Ji bo Mam Zekî nedin ji bîrkirin, navê zarokên xwe dikin ‘Zekî’

Ji bo Mam Zekî nedin ji bîrkirin, navê zarokên xwe dikin ‘Zekî’

Gelawêj 15, 2022

BÊRÎVAN ŞENGALÎ-EMÎRA SIMOQÎ-ROJNEWS Li Şengalê gelek malbat navê Mam Zekî li zarokên xwe kirine û her roja diçe navê zarokên...

Komkujiya hatî nixûmandin: Kendekol

Komkujiya hatî nixûmandin: Kendekol

Gelawêj 14, 2022

Piştî salên 1980’an dewleta Tirk a dagirker bi sedan komkujî li dijî gelê Kurd pêkaniye. Yek ji wan komkujiyan jî...

Bi merasîmekê Wedat Hisên hate bîranîn

Bi merasîmekê Wedat Hisên hate bîranîn

Gelawêj 14, 2022

Li Silêmaniyê Rojnameger Wedat Hisên bi merasîmekê hate bîranîn. Di 6’emîn salvegera qetilkirina nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên de daxwaz...

Agirê ku timî geş dibe: 15’ê Tebaxê

Agirê ku timî geş dibe: 15’ê Tebaxê

Gelawêj 15, 2022

Ji berî 38 salan PKK’ê bi teqandina guleya yekem di dîrokê de rûpelek nû vekir û li gel têkdana xewna...

YJŞ’ê fermandarên YPJ’ê bibîr anî: Tolhildana hevrêyên me erka meye

Êzidî bûne hêzek û hesabê fermanan dixwazin

Gelawêj 14, 2022

Civaka Êzidî îro cangoriyên komkujiya 2007’an a li Tilizêr, Sîba û gundê Izêr bibîr tîne. Ji hemû beşên civakê Êzidî...

Şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmek leşkerî Şehîdên meha Tebaxê bibîranîn

Şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmek leşkerî Şehîdên meha Tebaxê bibîranîn

Gelawêj 14, 2022

HÊJAR AVESTA/ROJNEWS Bi boneya 8’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û şehîdên meha Tebaxê, şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist