Şehîdên Mexmûrê hatin bi bîranîn

5 endamên Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê ku di êrîşa li ser wargehê ya 6'ê Kanûn 2017’an de jiyana xwe ji dest dabûn, li wargeha penaberan a Mexmûrê hatin bi bîranîn.


5 endamên Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê Botan Amed, Bager Boran, Çekdar Mawa, Baz Dijwar û Dewran Mardîn, ku di 6’ê Kanuna 2017’an de ji aliyê êrîşek hewayî ve hatin şehîd xisitn, li Mexmûrê hatin bi bîranîn.

Gelê wargeha şehîd Rûstem Cûdî bi merasîmek girseyî her 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê li cihê bûyerê bi bîranîn. Di merasîma bîranînê de alên PKK, HPG, YJA-STAR, KCK, KJK, YPG û YPJ’ê û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatin rakirin.  

Di merasîmê de li Saziya Malbatên Şehîdan li ser navê Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê Eli Oren axivî û got: “Ji beriya her tiştî di kesayeta her 5 şehîdên ku li vir di encama êrişekê de ji aliyê dijminên me ve hatin şehîd xistin, em bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê di tewînin. Weke ku em di zanin dijminê gelê kurd ji bo ku di her alî de êrişan bibe li ser gelê me û deskeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatin bi destxistin tune bike, bi her awayî seferber bûye. Lê bila herkes bizane ku dijmin ticarî ji van êrîşan encam nagre.”

Oren di berdewamiya axaftina xwe de wiha pêde çû: “ Ev êrişa ku li hemberî gelê me û wargeha me hatî pêkanîn, bi awayekî bê exlaqane bû û ji derveyî pîvanên mirovahiyê bû. Em wek gelê Wargeha Mexmurê vê êrişa ku ji aliyê hêzên hegomonîk ve li ser wargeha me hatî kirin de bi awayekî tûnd şermezar dikin”.

Piştî wê gel bi meş berbi cihê bûyerê ve çûn. Li cihê bûyerê Hevserokê Meclisa Gel yê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, Huseyîn Kara axivî û got: “ Wek tê zanîn beriya salekê wek îro li vî cihî hêzên dagirker li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî êrişek bê bextiyane pêkanîn. Di vê êrişê de 5 rêhevalên me bi awayekî bê bextane hatin qetil kirin. Ji bo vê yekê em vê êrişa ku ji aliyê dagirkeran û hevalbendên wê ve hatî kirin de bi awayekî tund şermezar dikin.”

Kara di dawiya axaftina xwe de got: “ Em wek gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dibêjin ku wê tucarî dijminê me bi van êrişan gelê me û hêza me tune neke. Em cardin dubare soz didin gelê xwe û şehîdên xwe wê xwîna wan li erdê nemêne û emê têkoşîn û doza wan bidin berdewam kirin. Em cardin vê êrişa bêbextane ku ji aliyê dewleta dagirker ve hatî kirin de bi awayekî tund şermezar dikin.”

Di dawiya bîranînê de duruşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bimire ixanet’, ‘Ey şehîd xwîna we erdê namîne’, ‘Bê Rêber Apo jiyan nabe’ û ‘Bijî Rêber APO’ hatin avêtin û  bîranîn bi dawî bû.

(kom/nr)