Şehîdên sêdarê û şehîdên meha Gulanê li Silêmaniyê hatin bibîranîn

image_print

În, 8 May 2020 – 15:10  SILÊMANÎ/ROJNEWS

Şehîdên sêdarê û şehîdên meha Gulanê li Silêmaniyê hatin bibîranîn

Malbatên Şehîdên Rojhilatê Kurdistanê li Silêmaniyê şehîdên sêdarê û şehîdên meha Gulanê bi daxuyaniyekê bibîranîn.


https://tv.rojnews.news/videolar/8-5-2020-slm-sehiden-rojhilat-hatin-biranin.mp4″>

Li parka Hawarî Şar yê Silêmaniyê şehîdên sêdarê Şirîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan yên ku 9’ê Gulana 2010’an ji aliyê rêjîma Îranê de hatin darvekirin û her wiha şehîdên meha Gulan ji aliyê malbatên Şehîdan ve bi daxuyaniyekê hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de alên PJAK’ê û pankarta “Em ê bi rihê berxwedana meha Gulanê faşîzmê bişkînin û Kurdistanê azad bikin” hatin hilgirtin.

Li ser navê malbatên şehîdên Rojhilatê Kurdistanê Azad Seqiz daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye;

 “Di 1’ê Gulana 2008’an, di encama pilangeriyeke herêmî û hêzên serdest de şeş hevalên pêşeng ên endamên ragihandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker û faşîst de şehîd bûn. Herwiha 5 şehîdên li Dalaho di 5’ê Gulana 2010’an di encama pilanekî  jehrî bi xiyanetê de şehîd bûn û di 9’ê Gulanê de jî  Şirin Elemhûlî, Ferhad Wekîlî, Ferzad Kemaner, Elî Heyderiyan bi awayek zalimane li zîndanê hatin darve kirin. Bi dehan bûyerên bi vî rengî yên keç xortên qehreman yên Kurdistanê ku canê xwe kirine feda, hene.

Di vê rewşa hesas ya nexweşiya korona de dihat payîn ku rewşa girtiyên siyasî di zîndanên Îranê, Tirkiyê û di zîndanên PDK’ de ne bên baş kirin lê belê rewşa wan hemûyan di bin xeteriyê de ye. Bi vê boneyê divê gelê me di serî de li rojhilatê Kurdistanê û li parçeyên din yên Kurdistanê li ber vê siyasetê rabin û helwesta xwe nîşan bidin.

Di dawiyê de em hemû şehîdan bi bîr tînin, dilsoziya xwe ya bi nirxên şehîdan dubare dikin.”

Çalakî bi dirûşmêyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(xb)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist