Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê li Silêmaniyê şehîdên serhildana Şêladizê ya li dijî dagirkeriya delweta Tirk bi bîranîn.
Li Silêmaniyê li navenda Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê bi semînerekê şehîdên serhildana Şêladizê ya dljî dagirkeriya Tirk hatin bîranîn.
Semînerê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên destpê kir. Piştre Aktîvîst Karzan Qadir axivî û got: “Piştî vê serhildanê pêwîst dikir hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya serhildêran bike, ne ciwan winda bike û bigire.”
Herwiha di semînerê de sînevîzyona li ser serhildana ciwanên Şêladizê hate pêşandan.
Roja 26’ê Çile 2019’an Xelkê bajarokê Şêladizê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hildan. Welatî derbazî nava baregehên artêşa Tirk ên li komelgeha Sirê bûn û agir bi wesayît û baregehên leşkerî xistin. Di vê serhildanê de çend welatiyek bi guleyên leşkerên Tirk şehîd û birîndar bibûn.