Şengal jî wê malên Tirkiyeyê boykot bike

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) biryar girt ku lijneyekê ava bike û ev komîte ji bo ku maf û daxwazên gelê Şengalê di destura bingehîn a Iraqê de cîh bigirin kar bimeşîne. Meclîsê her wiha li dijî êrîşê deweleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê biryara boykota malên Tirkiyê û avakirina komîteyekê da.


Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) derbarê geşedanên dawî yên li Iraqê, mafên destûrî yên Şengalê û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê de bi awayekî awarte civiya.

Civîn li Komelgeha Dugirê ya Şengalê hat lidarxistin û rêveberên saziyên Şengalê yên girêdayî meclîsê, kesayet û serok eşîrên herêmê tevlî bûn.

Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Qasim Xelef têkildarî civînê daxuyaniyek da.  

Qasim Xelef bibîr xist ku li Iraqê bi rojane gel li qadan daxwazên xwe tîne ziman û da zanîn ku siyaseta lawaz a hikûmeta Iraqê rê li ber van bûyeran. Xelef bal kişand ku hinek derdor dixwazin ji van bûyeran feyde bigirin û rexne li hikûmetê kirin.

Xelef ji hikûmetê xwest ku mafê gel bide, xizmetguzariyê pêşkêş bike da ku xelk ji ser xaka xwe koçber nebe.

Qasim Xelef da zanîn ku ew wekî Meclîse Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Serokeşîr û kesayetên herêmê li hev kombûne ku da çawa ji vê pêvajoyê derbas bibin û mafê civaka Êzidî bidest bixin.

Xelef her wiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê şermezar kirin û bang li Hikûmeta Iraqê, saziyên mafên mirovan kir ku li dijî êrîşan helwest nîşan bidin, erka xwe bicîh bînin.

Qasim Xelef di dawiya axaftinê de destnîşan kir ku wan ji bo bidestxistina mafên civaka Êzidî û dijî êrîşên dewleta Tirk 2 biryarên girîng girtine û ev biryar wiha rave kirin.

1-Ev demeke li Iraqê di xwepêşandanên gel de daxwaza guhertina destura bingehîn tê kirin. Di vê çarçoveyê de li ser mijarê amadekarî tên kirin. Me jî wekî gelê Şengalê ji bo ku mafê civaka xwe di destûra Iraqê de bidin, biryara avakirina lijneyekê daye. Ev lijne wê seredana cihên berpisiyar bike û daxwazan pêşkêş bike.

2- Li hemberî êrîşên dagîrker ên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, wek helwesta civaka Êzidî, em li Şengalê dest bi boykota malên Tirkiyeyê dikin. Ji bo gelê me li ser vê biryarê bê agahdarkirin, wê komîteyek bê avakirin û di nava gel de xebat bimeşîne.