Şêniyên Mexmûrê: Pêwîste NY bi erka xwe rabe

Şêniyên Mexmûrê bertek nîşanî ambargoya li ser wargehê dan û diyar kirin ku asayîşa PDK’ê rê nade ew derbasî Hewlêrê bibin. Her wiha şêniyên wargehê bang li Neteweyên Yekbuyî kirin ku bi erka xwe rabe.


5 mehe li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê PDK’ê de ambargoya ku hatiye danîn dewam dike. Şêniyên wargehê nerazîbûn nîşanî ambargoyê dan û bang li Neteweyên Yekbuyî kirin ku derbarê mijarê de erka xwe bi cih bîne.                                                                     

Şêniya wargehê Asya Demir têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku ev 5 meh in ambargo li ser wan dewam dike û diyar kir ku asayîşa PDK’ê bi ti awayî rê nade ku ew derbasî Hewlêrê bibin. Asya wiha got; “Asayîşa PDK’ê rêya Hewlêrê li me girtiye. Gelek nexweşên me hene lê nahêlin ew biçin nexweşxaneyan û derman bibin. Di şert û mercên zivistanê de xelkê wargehê gelek zehmetiyan dikişîne. Elektrîk nînê, gaz nîne. Em bang li Neteweyên Yekbuyî dikin ku alîkariya ku berê dikirin dîsa dewam bikin. Ev 25 sal in em penaberin, em zorî û zehmetiyan dijîn.  Her sala ku diçe zorî û zehmetî zêdetir dibin. Em gelekî penaberin û Neteweyên Yekbûyî pêwîste mafê me biparêze.”

Asya Demîr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Neteweyên Yekbûyî jî amabargoya erzaq daniye ser Wargehê. Ev zêdeyî 2 sal e erzaq ji mere naşînin.  Daxwaza me ewe ku ambargoya PDK’ê û ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser wargehê rabe.”

Şêniyê wargehê Elî Îsif Silêman jî têkildarî mijarê diyar kir ku  150 roje bi her awayî ambargoyek girankirî li ser wargehê tê meşandin û wiha axivî;  “Nufûsa wargehê 12 hezar e. Mafê 12 hezar kesan tê binpêkirin. Ji aliyê Hewlêrê de asayîşa PDK’ê ji aliyê Mûsilê jî DAIŞ’ê rê li me girtine. Em nizanin bê emê çi bikin. Ji aliyekî de PDK’ê ji aliyekî de jî Neteweyên Yekbuyî ambargo danîne ser me.”

Sîlêman bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev du sale erzaq ji mere nayê şandin. Em wek Penaber mafê xwe dixwazin.  Em 25 sale penaberin, mafê me jî heye. Erka Neteweyên Yekbuyî parastina mafên mirovane. Bang dikin ku êdî tavilê ambargoya li ser wargehê rabe û rêyên ku ji aliyê PDK’ê de hatine girtin bên vekirin. Her wiha divê Neteweyên Yekbuyî jî alîkariya xwe ya ji bo wargehê rê dewam bike.”

(xb)