کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Pûşper 26, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Serdana gel a ji bo Amarayê hate astengkirin

  rojnews ajans
20/05/2022 - 1:01:23 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
Serdana gel a ji bo Amarayê hate astengkirin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Leşkerên Tirk destûr neda ku gel biçe Amarayê û li wir balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Lê tevî astengiyan jî malbata Ocalan û şandeyek ku xwe gihandin wan li Xelfetiyê daxuyanî dan û ji gelê Kurd xwestin têkoşînê geştir bikin.“

Li hemberî tecrîda li ser Îmraliyê ya ku 23 sal in didome KCD, TJA, DBP, HDP’ê xwest biçin gundê Amara ya Xelfetiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wir ji dayik bûye. Ji gelek bajaran gel hatin û li benda kontrolê ya di têketina navçe û gundan de hatin sekinandin. Leşkerên Tirk nehiştin ku gel ê ku parlementerên HDP’ê jî di nav de bûn, biçin Amarayê.

Beşeke gel ên ji Sirûc û Çewligê hatibûn çûn Amarayê. Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêber Ocalan e, biraziyên wî parlementerê HDP’ê Omer Ocalan û Alî Ocalan gel pêşwazî kirin.

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir serdana malbatê bi awayekî derqanûnî tê astengkirin û got “Abdullah Ocalan muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Gundê me Amara mîna 4’ê Nîsanê îro jî hatiye dorpêçkirin. Zilmê li me dikin. Ev dewlet ji her tiştî re pirsgirêkê derdixe, heqaretê li gel dike. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Hûn kîngê bixwazin ev derî ji bo we vekirî ye. Ev mala gelê me ye.”

Pişt re Mehmet Ocalan jî axivî û destnîşan kir ku tecrîdkirina li Ocalan tê sepandin ji aliyê hemû dinyayê ve tê zanîn û got: “Ez gelek caran çûm Îmraliyê û min bi serok re hevdîtin kir. Du sal in haya me ji Îmraliyê nîne. Tiştekî wisa ye ku ev yek ne di qanûnên Tirkiyeyê de û ne jî di qanûnên dinyayê de nayê qebûlkirin. Em vê astengkirina mêvanên xwe qebûl nakin. Hem tecrîdê dikin hem jî mala Serok li gel digirin. 4 kes li Îmraliyê tên ragirtin û haya kesî ji wan nîne. Divê tavilê Deriyên Îmraliyê li me malbatan bê vekirin. Ev sepanên antîdemokratîk ne çare ne. Hemû pirsgirêk bi şiklek demokratîk dikare were çareserkirin. Ji xeynî vê tu çareya me nîne.”

Malbata Ocalan û mêvanên çûbûn gel wan, ji Amara hatin Xelfetiyê û tev li daxuyaniya li wir bûn.

(bz)

 

Nûçeya berê

Xazî Kerkûkî: Kengê Barzanî behsa Kurdayetî û biratiyê bike, bizanin xiyanetek di rêde ye!

Nûçeya pişt re

Ji Berdevkê Wezareta Tendûristiyê derbarê bûyera şevê din de daxuyanî

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Kurtay Serhed: PDK artêşa Tirk li ser lingan digre

Kurtay Serhed: PDK artêşa Tirk li ser lingan digre

Pûşper 26, 2022
Diyar Xerîb pêşengê têkoşîna netewî û şehîdê bi destê xiyanetê ye

Diyar Xerîb pêşengê têkoşîna netewî û şehîdê bi destê xiyanetê ye

Pûşper 26, 2022

‘Her hêzek hevkariya dijmin bike, wê bixwe bibe qurbanî’

Ji ber qalîteya xirab a benzînê wesayîtên welatiyan tev xirab dibin

Hizbullaha Iraqê: Êrişên li ser bîrên neftê ji aliyê komên girêdayî MÎT’ê ve tên kirin

Şehîd Diyar Xerîb li ser gora xwe hat bîranîn

Nûçeya pişt re
Ji Berdevkê Wezareta Tendûristiyê derbarê bûyera şevê din de daxuyanî

Ji Berdevkê Wezareta Tendûristiyê derbarê bûyera şevê din de daxuyanî

Yên Li Pêş

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir

Pûşper 25, 2022

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku di 28’ê Gulanê de li Metînayê şehîd bûbûn eşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê...

Kurtay Serhed: PDK artêşa Tirk li ser lingan digre

Kurtay Serhed: PDK artêşa Tirk li ser lingan digre

Pûşper 26, 2022

Rojnamevan Kurtay Serhed, li ser şerê Zap, Avaşîn û Metîna wiha got: “Ji destpêka êrişan heta niha gerîla bi tîmên...

Şehîd Diyar Xerîb li ser gora xwe hat bîranîn

Şehîd Diyar Xerîb li ser gora xwe hat bîranîn

Pûşper 25, 2022

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora wî ya li Binarê...

Diyar Xerîb pêşengê têkoşîna netewî û şehîdê bi destê xiyanetê ye

Diyar Xerîb pêşengê têkoşîna netewî û şehîdê bi destê xiyanetê ye

Pûşper 26, 2022

Îro sê sal li ser şehîd bûna şoreşgerê pêşeng Diyar Xerîb bi nasnav (Heval Helmet) re derbazbû. Li dijî sîstemê...

Bi deh hezaran kes li dijî dagirkerî û çekên kimyawî meşiyan

Bi deh hezaran kes li dijî dagirkerî û çekên kimyawî meşiyan

Pûşper 25, 2022

Bi deh hezaran kesên li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li dijî dagirkerî û êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk...

Hizbullaha Iraqê: Êrişên li ser bîrên neftê ji aliyê komên girêdayî MÎT’ê ve tên kirin

Hizbullaha Iraqê: Êrişên li ser bîrên neftê ji aliyê komên girêdayî MÎT’ê ve tên kirin

Pûşper 25, 2022

Berdevkê Hizbullaha Iraqê ragihand, grubên ku peywendiya wan bi MÎT’a Tirk re hene ji naçveya Xurmato bi mûşekan êrişê bîrên...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist