Serdanên Tevgera Azadî yên ji bo avakirina platforma jinan berdewame

Şandeyek ji jinên di nava Tevgera Azadî de ji bo avakirina platformek ya jinan, rêzehevdîtin li gel jinên di nava partiyên siyasî de dane destpêkirin. Bi vê armancê şandeyê îro serdana Rêkxirawa Xuşkên Îslamî yên Kurdistanê kirin.


Şandeyek ji jinên di nava Tevgera Azadî de ji bo li Başûrê Kurdistanê platformek a jinan were avakirin, dest bi rêzehevdîtinên li gel jinên di nava partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de kirine. Di vê çarçoveyê de şandeya jinan a Tevgera Azadî li Silêmaniyê serdana Rêkxirawa Xuşkên Îslamî yên Kurdistanê kir.

Şande li navenda Rêkxirawa Xuşkên Îslamî yên Kurdistanê ji aliyê nûner û endamên rêkxirawê ve hatin pêşwazîkirin.

Piştre şande li gel Rêkxirawa Xuşkên Îslamî yên Kurdistanê civiya. Piştî civînê li ser navê Tevgera Azadî Hevseroka Tevgera Azadî ya herêma Silêmaniyê Şehên Mihemed û Endama Serkirdayetiya Rêkxirawa Xuşkên Îslamî Şine Ebdullah Pêncwênî, têkildarê naveroka civînê ji çapemeniyê re axivîn.

Destpêkê Hevseroka Tevgera Azadî ya herêma Silêmanî Şehên Mihemed axivî û got: “Ev hevdîtina me ya duwemîne ji bo partiyên siyasî. Me wek şanda jinan biryar daye ku em serdana hemû jinên di nava partiyên siyasî de bikin. Armanca van hevdîtinên me ji bo avakirina platformek hevbeş ya jinên Başurê Kurdistanê ye. Hatina me me ya cem hev ewe ku hemû jin bibin yek û pirsgirêkên jinên Başurê Kurdistanê çarser bikin. Encamek baş û nêzîkatiyên baş ji hevdîtinên me derdikevin.”

Piştre Endama Serkirdayetiya Rêkxirawa Xuşkên Îslamî Şine Ebdullah Pêncwênî jî axivî û da zanîn naveroka civîna wan li ser avakirina platforma jinan bû û wiha domand: “Her çiqas fikrên me ji hev cûda bin jî, lê armanca me ewe em pirsgirêkên jinan li Başûrê Kurdistanê çareserbikin û jin bigihin maf û azadiyên xwe.”

Hêjayê bibîrxistinê ye şandeya jinan a Tevgera Azadî ji bo avakirina platfoma jinan, yekem serdana xwe di 11’ê Sibatê de ji bo jinên di nava Tevgera Goran de pêkanibû.

(ms/şk)