‘Serokê Hikûmetê ji PDK’ê ye lewra li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê dernakeve’

image_print

Çarşem, 21 Pûşper 2017 – 12:47 

‘Serokê Hikûmetê ji PDK’ê ye lewra li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê dernakeve’

Fermandarê Eniya Çar ya Pêşmergeyan li Başûrê Kerkûkê Westa Resûl leşker kişandina Tirkiyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir û ragihand  ji ber ku Serokê Hikûmetê ji PDK’ê ye, lewra li  hember leşker kişandina Tirkiyê  ti daxuyaniyan nade.


RÊZAN MIHEMED/ ROJNEWS

Destdirêjî û destwerdana Tirkiyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike, Ji bilî bombebarana bi balafiran, roja 16’ê Hezîranê hêzek bejayî li ser sînorê Behdînan bi cih kiriye û hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike. Li hember vê ji ti nerazîbûnek ji partî û aliyên Başûr ne hatiye.

Têkildarî mijarê Fermandarê Eniya Çar ya Hêzên Pêşmerge li Başûrê Kerkûkê Westa Resûl ji ajansa me re wiha axivî: “Em li dijî hemû dagirkeriyanin. Ji bo her cihekê ku leşker were kişandin, em şermezar dikin. Ev binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistanê ye.”

Westa Resûl diyar kir ku mixabin desthilatdarên herêmê destûr daye ku leşkerên Tirkiyê li hinek cihên Herêma Kurdistanê bicih bibin.

Resûl balkişand ser bê dengî û bê helwestiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Herêma Kurdistanê û wiha got: “Diyare Serokê Hikûmetê ji PDK’ê ye, ji ber wê ti daxuyaniyan nade. Pêwîst bû ku heya niha daxuyaniyên tund bidabûya.”

Westa Resûl di dawî de ev gotin kir: “Divê gelê me yekgirtî, yekbûyî be û aliyên siyasî li ser mêzê guftûgoyê rûnin û biryar bidin ku divê ti kes û alî xaka Kurdistanê binpê neke.”

Hêjayî gotinêye ku di salên 90’an de gelek baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li herêma Behdînan hatine çêkirin. Salane ji ber êrîş û bombebaranê gelek welatiyên Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin. Li hember vê ne tenê helwesta Hikûmeta Herêmê nîne, ji bo asteng kirina wan jî ti hewldanek nîne. li ser van êrîşan heya niha di daxuyaniyek jî ne daye.

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re
Tîrmeh 2020
P S Ç P C C P
 12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
2728293031  

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist