کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Gulan 22, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Serokeşîrên Şengalê: Bila artêş sînorên Iraqê ji dewleta Tirk û DAIŞ’ê biparêze

  ROJNEWS- ŞENGAL
25/01/2022 - 7:37:42 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Serokeşîrên Şengalê piştgirî dan bangawaziya Rêveberiya Xweser a Şengalê ku artêşa Iraqê ji nav gundan derkeve û ev peyam dan: “Metirsiya herî mezin di sînor de ye, bila artêş sînorên Iraqê ji ber dewleta Tirk û DAIŞ’ê zeft bike û biparêze. Divê artêş ji nav gundan derkeve û biçe sînor biparêze.”

Di demên dawî de di çarçoveya plansaziyeke yeknavendî de gef, êriş û dorpêçkirina li ser Şengalê zêde bûne. Bi taybet PDK û dewleta Tirk a dagirker bi zextên xwe yên li ser Iraqê dixwazin li Şengalê zemîneke şer û aloziyê pêş bixin. Hikumeta Kazimî jî ji ber hesabên xwe yên siyasî tevlî van hewldanan dibe ku bi fermana wî, bi hezaran leşkerên artêşa Iraqê xwe di nav Şengalê de bicih kirine.

Li gel van geşedanan her wiha metirsiya DAIŞ’ê ya li herêmê jî zêdetir dibe ku li gelek deverên Iraqê û nêzî sînor çalakiyan dikin.  Li hemberî van hemû êrîşan û metirsiyên nû yên li ser herêmê, civaka Êzidî, gelê Ereb hemû û hemû pêkhateyên Şengalê di pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daketin kolanan û helwesta xwe ya civakî ragihandin raya giştî, 4 daxwazên bingehîn ji Iraqê kirin.

Yek ji van daxwazan jî ew e, ku artêşa Iraqê ji nav gund û taxên Şengalê vekişe û bi erka xwe ya esasî rabe ango sînorên Iraqê biparêze. Serokeşîrên Şengalê jî piştgirî dan vê bangawaziyê û diyar kirin ku metirsiya esasî ne li Şengalê ye, metirsî ye esasî dewleta Tirk û DAIŞ e ku hewce ye artêşa Iraqê sînorên Iraqê li hemberî wan biparêze.

‘Parastina Iraqê bi vî rengî çênabe’

Yek ji serokeşîrên feqîran Nayif Şemo destnîşan kir ku artêşa Iraqê nîvê hêza xwe ya li Bexdayê bi hinceta ewlehiyê aniye Şengalê û got: “Parastin bi vî rengî çênabe. Parastin ew e artêşa Iraqê vî gelî, vê herêmê biparêze. Civaka Êzidî di fermanê re derbas bûye, birînên wê kûr e. Lê hikumeta Iraqê di ser de hatiye artêşa xwe li Şengalê bicih kiriye Hikumeta Iraqê lazim e li dijî dewleta Tirk xwedî helwest be ku em bêjin hikumeta me ye.”

Nayif Şemo bang li rayedarên artêşa Iraqê jî kir da ku zextên xwe yên li ser hêzên parastina cewherî yên Şengalê berdin û wiha berdewam kir: “Hê jî ji birînên Êzidiyan xwîn tê. Hun jî tên di ser de dibêjin bila YBŞ çek deyne. Foceke me ya Êzidiyan heye, heya niha 500 şehîd daye. Em ji hikumetê re dibêjin, dewleta Tirk bi piştevaniya we tê li me dide. Ka keramet û serweriya Iraqê? Em wisa qebûl nakin.”

‘Bila arteş ji nav malbat û civaka me derkeve’

Xidir Hecî jî yek ji serokeşîrên Qiraniyan e ku ji ber liv û tevgera artêşa Iraqê xwedî bertek e. Xidir Hecî da zanîn ku artêşa Iraqê ku xwe berdaye nav civakê astengiyan ji civaka Êzidî re çêdike û ev bangawazî li rayedarên Iraqê kir: “Artêşê ji nav malbatên me derxin. Em naxwazin di navbera artêş û civaka me de pirsgirêk derkevin. Şengal, Şengaleke birîndar e. Em Êzidî ji bo parastina vê axê evçend şehîd didin, em parastina sînorên Iraqê û Çiyayê Şengalê dikin.”

‘Bila artêş sînorên Iraqê zeft bike û biparêze’

Xidir Hecî her wiha balkişand ser erka esasî ya artêşê û got: “Daxwaza me ew e, bila artêş sînorên Iraqê zeft bike û biparêze. Bila navbera me û dewleta Tirk zeft bikin. Em hêvî dikin hikumet vê artêşê ji nav civaka me derxe. Bila artêş ji nav bajaran derkeve.”

Xidir Hecî di dawiya nirxandina xwe de jî diyar kir ku tu baweriya wan ne bi artêşa Iraqê ne bi kesekî din nayê, baweriya wan tenê bi hêzên me YBŞ-YJŞ tê.

‘Metirsî ne Şengal e, metirsî DAIŞ e’

Yek ji şêniyên Xanesorê Xidir Hemo jî anî ziman ku cihê artêşê ne nav gund û bajaran e lê cihê artêşê sînor e û wiha pê de çû: “Niha metirsiya herî mezin di sînor de ye, bila ji ber DAIŞ biçin sînor. Di nav Şengalê de metirsî nîne, bila xwe bernedin nav gundan. Bila sînorên xwe zeft bikin û nehêlîn DAIŞ bikeve Iraqê. Divê artêş ji nav gundan derkeve û biçe sînor biparêze.”

 

Nûçeya berê

Yek ji egîdên Berxwedana Serdemê: Başûr Soran

Nûçeya pişt re

‘Tirkiye hewl dide ji bo Tirkmenên Kerkûkê milîsan ava bike’

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Li Mexmûrê ji bo Şehîd Rohat Dengdar konê sersaxiyê

Li Mexmûrê ji bo Şehîd Rohat Dengdar konê sersaxiyê

Gulan 22, 2022
Tevgera Azadî: Bêdengiya hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezariyek mezin e

Tevgera Azadî: Bêdengiya hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezariyek mezin e

Gulan 22, 2022

Sibe Çelebî bi merasîmeke girseyî berbi Bakurê Kurdistanê ve tê oxirkirin

Bazên Zagrosê 15 dagirkerên din cezakirin-NÛ BÛ

Dewleta Tirk bênavber Til Temirê topbaran dike

Jinên Êzidî êrîşên dewleta Tirk şermezarkirin: Wê sernekevin!

Nûçeya pişt re
‘Tirkiye hewl dide ji bo Tirkmenên Kerkûkê milîsan ava bike’

‘Tirkiye hewl dide ji bo Tirkmenên Kerkûkê milîsan ava bike’

Yên Li Pêş

Birîndarê kampa penaberan a Mexmûrê jiyana xwe ji dest da

Birîndarê kampa penaberan a Mexmûrê jiyana xwe ji dest da

Gulan 22, 2022

Duh di encama êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de welatiyê bi navê Hacî Mîrza Elî ku duh...

Gelê Mexmûrê şehîdê xwe sipart axê

Gelê Mexmûrê şehîdê xwe sipart axê

Gulan 22, 2022

Hemwelatiyê Wargeha Mexmûrê ku duh di êrişa balefirên bê mirov û bi çek yên dewleta Tirk de birîndar bibû, şehîd...

Li Mexmûr wesayîtek hate bombebaran kirin

Di bombebarana Mexmûr de ciwanek birîndar bû

Gulan 21, 2022

Di bombebarana wesayîta li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de ciwanek birîndar bû. Piştî êrişê şêniyên wargehê bi...

Li Mexmûr wesayîtek hate bombebaran kirin

Li Mexmûr wesayîtek hate bombebaran kirin

Gulan 21, 2022

Di nava Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) wesayîtek ji aliyê balafirek bê mirov ve hate bombebarankirin. Piştî êrişê...

Edhem Barzanî êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Edhem Barzanî êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Gulan 21, 2022

Siyasetmedar Edhem Barzanî derbarê êrişên dewleta Tirk ên îro li ser bajaroka Axceler û Mexmûrê pêkhatin peyamek da û êrişan...

Li Başîkayê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li Başîkayê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gulan 22, 2022

Şevê din baregeha artêşa Tirk a dagirker a li bajaroka Zîlkan a ser bi Başîkayê bibû hedefa êrişan. Di encama...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist