کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Tirmeh 3, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Sîxûrê MİT’ê: Me bi alîkariya ENKS’ê û PDK’ê mirov ji Rojava derdixistin

  rojnews ajans
07/10/2021 - 10:54:19 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Sîxûrê MİT’a Tirk Şivan Ebdulbaqî yê li gel şebekeyekî sîxûran ji bo valakirina Rojavayê Kurdistanê xebitiye, îtîraf kir ku wan bi alîkariya hêzên PDK’ê û ENKS’ê mirov ji Rojavayê Kurdistanê derxistine û birine Hewlêrê. Şivan her wiha diyar kir ji bo valakirina Rojava ofîs li Başûr hatiye vekirin.

Hêzên Ewlekariya Rojava Kurdistanê komek sîxûrên dewleta Tirk ên li gel ENKS’ê dixebitin, girtin. Di encama lêpirsînê de derket ku yek ji karên ku sîxûrên MİT’a Tirk valakirina Rojavayê Kurdistanê bûye û vêya jî bi alîkariya hêzên PDK’ê û ENKS’ê kirine. Li gorî îtîrafên sîxûr Şivan Ebdulbaqî ku di Ronahî TV de hatiye weşandin, ji bo kesên ji Rojava tên revandin anjî derxistin, li Başûr ofîs hatine vekirin.

Şivan Ebdulbaqî Îlyas yê ji bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê di nava tevna MİT’a Tirk a sîxûriyê de cih girtiye, karê wî  valakirina Rojava  Kurdistanê û qacaxçitiya mirov bûye. Şivan dibêje, wan karê derxistina mirovan ji Rojava bi alîkariya ENKS’ê û hêzên girêdayî PDK’ê kirine.

Beşek ji îtîrafa Şivanê sîxûr wiha ye;

Sîxûrê MİT’ê Şivan wiha behsa şebekeya revandina mirovan dike; “Ez ji bajarê Qamişlo taxa Xerbîme. Ji min û Hamûdî re nav didan, me karûbarên wan temam dikir, ji bo derbasê Başûr werin kirin. Me endamekî YPG’ê  jî derbasê Hewlêrê kir. Ebdulbarî şofêrtî dikir, nasnameya wê ya asayîşê (asayîşa Rojava) hebû,  ji ber vê jî ew dikarî bê lêpirsîn derbas bibe. Me kesên ku amade dkir, dida wî ew jî derbas dikir. “

‘Li Başûr ofîs hatiye vekiriye’

Li gorî îtîrafên Şivan ji bo kesên ji Rojava tên revandin li Başûr ofîs hatiye vekirin û têkildarî mijarê van îtîrafan dike; “Kesên direvandin, dibirin ofîsên li Başûr. Me nav, nasname û wêneyên wan dişand ji ofîsên li Başûr re ew jî digotin, hatiye erêkirin dikarin derbas bibin. Me vêya bi hemahengiya ENKS’ê dikir. Kesên ku dihatin birin li aliyê Başûr teslîmê pêşmergeyan (PDK) dihate kirin.”

‘Gelek poşmanim’

Sîxûrê MİT’a Tirk ku îddîa dike nedizanî karekî evqas xirab dijî Şoreşa Rojava dike, poşmaniya xwe ya mezin bi van gotinan îfade dike; “Ez gelek poşmanim ku min karek wisa kiriye. Min xwe şaş kir û nedizanî karekî çawa dikim.”

(bz)

Nûçeya berê

63 roj in Ciwana Ebdulbaqî ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

Nûçeya pişt re

CPT: Zêdetirî saleke çalakvanên Behdînanê bi awayek ne rewa di girtîgehê de ne

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

PJAK: Çarenûsa Kurdistanê bi serketina gerîla û yekîtiya gel ve girêdaye

PJAK: Çarenûsa Kurdistanê bi serketina gerîla û yekîtiya gel ve girêdaye

Tirmeh 3, 2022
Ji Bazên Zagrosê çalakiya bi bandor: 13 leşker hatin kuştin

HPG: Di çalakiyên gerîla de 23 dagirker hatin cezakirin

Tirmeh 3, 2022

Balafirên şer gundek Amêdiyê bombebaran kir

Dîmenê çalakiya li dijî baregeha Sîrê hate weşandin

Li Kerkûkê 77 çete û sucdar hatin girtin

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Nûçeya pişt re
CPT: Zêdetirî saleke çalakvanên Behdînanê bi awayek ne rewa di girtîgehê de ne

CPT: Zêdetirî saleke çalakvanên Behdînanê bi awayek ne rewa di girtîgehê de ne

Yên Li Pêş

Kakabaveh: Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike

Kakabaveh: Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike

Tirmeh 3, 2022

Parlamentera Kurd a serbixwe ya Swêdê, Amîneh Kakabaveh diyar kir ku çek dayîna Tirkiyeyê li dijî mirovahiyê ye û got:...

Gerîlayan li Baregeha Sîrê ya Şêladizê xistin

Gerîlayan li Baregeha Sîrê ya Şêladizê xistin

Tirmeh 2, 2022

Gerîlayan bi çekên giran li baregeha artêşa Tirk a Sîrê ya li Şêladizê xistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî...

Leşkerek Tirk li Mêrgesor xeniqî

Leşkerek Tirk li Mêrgesor xeniqî

Tirmeh 2, 2022

Leşkerek Tirk ê dagirker di robarê Hezîr ê ser bi bajaroka Mêrgesor a girêdayî Hewlêrê de xeniqî. Li gorî zanyariyên...

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

Tirmeh 3, 2022

QSD’ê ragihand ku di 2’yê Tîrmehê de di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya...

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî banga helwestê ji civaka navneteweyî kirin

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî banga helwestê ji civaka navneteweyî kirin

Tirmeh 3, 2022

Akatîvîstên Hewlêrê daxwaz kirin ku li dijî bikaranîna van çekan civaka navneteweyî, Emerîka û Ewropa helwestek tûnd nîşan bidin û...

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Tirmeh 3, 2022

Li Silêmaniyê ji ber sîstema boriya gazê di kafiteryayekê de teqîn çêbû. Di encamê de 2 karmendên kafiteryayê birîndar bûn....

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist