کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gelawêj 9, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Şoreşgerê Kurd Anter Dersim bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
01/12/2021 - 6:07:08 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
Şoreşgerê Kurd Anter Dersim bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Şoreşgerê Kurd Anter Dersim (Kazim Ergun) ku li Rojava di encama krîza dil de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Anter Dersim ku 11’ê Mijdarê li Rojava di encama krîza dil de şehîd bû, bi merasîmekê hate veşartin.

Ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan bi hezaran kes ji bo tevlî merasîmê bibin li Qamişloyê li hev civiyan.

Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, MSD û partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevlî merasîmê bûn.

Cenazeyê şehîd bi karwanekî biheybet ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve kete rê. Dayikan jî wêneyên şehîd Anter hildan.

Li goristanê bi hezeran şêniyan cenazeyê şehîd pêşwazî kir û dirûşmên “Şehîd namirin” berz kirin. Şandeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, MSD`ê û partiyên siyasî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Ibêd sersaxî ji malbata şehîd Anter re xwest . Ibêd wiha got: “Ji bo em layiqî şehîd Anter bin, divê em tê bikoşin. Serê me û malbata wî bi şehadeta wî bilind e. Em li pêşiya têkoşerekî ku bi dehan salan li her çar parçeyên Kurdistanê tê koşiyaye, disekinin û em soza şopandina rêya wî nû dikin.”

Paşê hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Bi destpêkirina şoreşê li Kurdistanê Anter Dersim vegeriya welat û ji bo xizmeta welatê xwe dudilî nebû. Dev ji malbata xwe ya biçûk berda da ku di nava malbata xwe ya mezin de tê bikoşe. Ji ber wî her tim digot heke welatê mezin neyê rizgarkirin, malbata biçûk rizgar nabe.”

Zelal Ceger destnîşan kir ku Anter Dersim ji kesên destpêkê ku tev li nava refên tevgera azadiyê bû, qadên Kurdistanê şahidên têkoşîna wî ne û wiha domand: “Ji bo Kurdistanê ku hatiye parçekirin û ji bo belavkirina fikrên rêber Abdullah Ocalan, tê koşiya. Ew welatparêz û şoreşger bû. Bav, bira û hevrêyê hemû malbatên ku ew nas dikir, bû.”

Zelal Ceger piştrast kir ku tevî tenduristiya Anter Dersim a xirab jî wî rêya xwe didomand, gelê şoreşger bi rêxistin dikir da ku ji şer re amade be û dê heta avakirina welatekî azad û Kurdistaneke yek parçe û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê şopdarên rêya wî bin.

Paşê endamê Meclisa Malbata Şehîdan Rêvîn Şêxmûs wesîqeya şehîd xwend û radestî Meclisa Malbatên Şehîdan kir.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Anter Dersim di nava dirûşman de spartin axê.

 

Nûçeya berê

Agahî ji Hasan Kaçar ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû dersînorkirin nayê girtin

Nûçeya pişt re

Şandeyek ji nûnertiya HDP’ê serdana Yekîtiya Parlementeran kir

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Metirsiya rûxînê li ser hin dibistanên Soran hene

Metirsiya rûxînê li ser hin dibistanên Soran hene

Gelawêj 9, 2022
Li Hewlêrê agir bi dukanan ket

Li Hewlêrê agir bi dukanan ket

Gelawêj 8, 2022

Kongra Star tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezarkir

‘Metirsiyek cidî li ser tendirustiya girtiyan heye’

Dewleta dagirker êrişî gundek Qamişlo kir

HPG: 14 leşkerên dagirker hatin cezakirin

Nûçeya pişt re
Şandeyek ji nûnertiya HDP’ê serdana Yekîtiya Parlementeran kir

Şandeyek ji nûnertiya HDP’ê serdana Yekîtiya Parlementeran kir

Yên Li Pêş

Belgefilma ‘Hêza’ xelata xwe ya 7’emîn diyarî rojnameger Denîz Firat kir

Belgefilma ‘Hêza’ xelata xwe ya 7’emîn diyarî rojnameger Denîz Firat kir

Gelawêj 8, 2022

Belgefilma ‘Hêza’ ya serpêhatiya jineke têkoşer û fermandar ya Êzidî ku ji destê DAIŞ’ê rizgarbûye  digire dest, li Mîhrîcana Belgefilman...

Şehîd Denîz Firat li Mexmûrê hate bi bîr anîn

Şehîd Denîz Firat li Mexmûrê hate bi bîr anîn

Gelawêj 8, 2022

Şehîd Deniz Firat di 8’emîn salavegera şahadeta xwe de, ji aliyê hempîşeyên xwe û xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve...

Çavdêrê siyasî yê Iraqî: Şandeyeke Ewlekariyê ya Tirk serdana Hewlêrê kir!

Çavdêrê siyasî yê Iraqî: Şandeyeke Ewlekariyê ya Tirk serdana Hewlêrê kir!

Gelawêj 8, 2022

Çavdêrê Siyasî yê Iraqî Waîl El-Rikabî diyar kir berê niha demekî şandeyeke ‘Ewlekarî û Saloxgerî’ serdana Hewlêrê kiriye û bi...

Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

Gelawêj 8, 2022

Li ser xwatirxwestina dawî ya stêrka ragihandina azad rojnameger û şervana heqîqetê Denîz Firat re 8 sal derbas bûn. Şervana...

Dîmenek nû yê çalakiya gerîla ya dijî leşkerên Tirk hat weşandin

Dîmenek nû yê çalakiya gerîla ya dijî leşkerên Tirk hat weşandin

Gelawêj 8, 2022

Gerîla TV dîmenê çalakiya 17'ê Tîrmehê ya li Girê Amediyê weşand ku di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin. Navenda...

Sedir li ser rewşa Iraqê peyamek nû belav kir

Sedir li ser rewşa Iraqê peyamek nû belav kir

Gelawêj 8, 2022

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand ku çawa ku xwîn hêdî hêdî li ser şûr bi ser ket, reform jî...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist