کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gelawêj 9, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

  Şoreşgerê Kurd Anter Dersîm şehîd bû

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
30/11/2021 - 8:55:24 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
  Şoreşgerê Kurd Anter Dersîm şehîd bû
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Şoreşgerê Kurd Kazim Ergun (Anter Dersîm) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama krîza dil de şehîd bû.

Şoreşgerê Kurd Kazim Ergûn (Anter Dêrsim) ku bi dehan salan di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de têkoşiya, di 11’ê Mijdarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama krîza dil de şehîd bû.

Anter Dêrsim ê bi eslê xwe ji Dêrsimê ye, di sala 1969’an de hatiye dinê. Bi salan di nava Tevgera Azadiya Kurd de ked da. Anter Dêrsim li Bakurê Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê, Ewropa, Mexmûr û herî dawî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû xwedî pratîkeke mezin a têkoşînê.

Anter Dêrsim dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestgeha dawî ya têkoşîna azadiyê ya demdirêj didomand, krîza dil derbas kir. Anter Dersimê ku rakirin nexweşxaneyê, di 11’ê Mijdarê de tevî hemû mudaxeleya doktoran şehîd bû.

Anter Dêrsim ku di 1’ê Gulana 1969’an de li Dêrsimê ji dayik bû, xizmetên mezin pêşkêşî Tevgera Azadiya Kurdistanê kir ya ku di sala 1992’yan de li Stenbolê nas kir.

Anter Dêrsim ê ku piştî perwerdeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Akademiya Mahsûm Korkmaz bi dawî kir, vegeriya Bakurê Kurdistanê û ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hat girtin. Demekê di zindanê de ma. Zindan veguherande dibistanekê û xizmeta ji bo şoreşê domand.

Piştî ku ji zindanê derket, ji cihê ku lê mabû têkoşîna xwe domand. Ji ber gef û zextên dewleta Tirk neçar ma biçe Ewropayê. Li Ewropayê jî bi heman moral û coşê xebatên xwe domand.

Tevî ku zewicî ye û 2 zarokên wî hene, lê li Elmanya û gelek welatên Ewropayê bi xwedîderketineke mezin li doza Kurd û Kurdistanê ve xizmeta xwe domand. Ji ber têkoşîna ku dayî dîsa xistin girtîgehê. Berxwedana ku li zindanên Tirkiyeyê nîşan da, li zindanên Ewropayê jî berdewam kir.

Piştî ku ji zindanê derket, têkoşîna xwe ya azadiyê bi biryardariyeke mezintir domand. Demekê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, piştre derbasî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bû û li wir xebatên rêxistinî pêk anî.

Anter Dêrsîm ku di dema zêdebûyina gefên DAIŞ û dewleta Tirk de Rojava ji nêz ve dişopand, di berxwedana Kobanê de derbasî Rojava bû. Di gelek qadan de pêşengiya têkoşînê kir. Di dawiyê de tevlî xebatên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bû.

Her tim ji bo serkeftina Şoreşa Rojava têdikoşiya. Ji bo ku gel bi şoreşê re bibe yek kedeke mezin da.

Di 11’ê Mijdara 2021’an de dema li Rojava têdikoşiya dikir ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

 

Şehîd Anter Dêrsim wê sibe li Qamişlo bi merasîmekê were oxirkirin.

 

Nûçeya berê

Mêr li hemberî tundiya li ser jinan li qadan bûn

Nûçeya pişt re

Li bazara Soran ti berhemek  xwemalî nîne

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Li Hewlêrê agir bi dukanan ket

Li Hewlêrê agir bi dukanan ket

Gelawêj 8, 2022
Kongra Star tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezarkir

Kongra Star tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezarkir

Gelawêj 8, 2022

‘Metirsiyek cidî li ser tendirustiya girtiyan heye’

Dewleta dagirker êrişî gundek Qamişlo kir

HPG: 14 leşkerên dagirker hatin cezakirin

Karkeran daxwaza wergirtina pereyê xwe kirin

Nûçeya pişt re
Li bazara Soran ti berhemek  xwemalî nîne

Li bazara Soran ti berhemek  xwemalî nîne

Yên Li Pêş

Belgefilma ‘Hêza’ xelata xwe ya 7’emîn diyarî rojnameger Denîz Firat kir

Belgefilma ‘Hêza’ xelata xwe ya 7’emîn diyarî rojnameger Denîz Firat kir

Gelawêj 8, 2022

Belgefilma ‘Hêza’ ya serpêhatiya jineke têkoşer û fermandar ya Êzidî ku ji destê DAIŞ’ê rizgarbûye  digire dest, li Mîhrîcana Belgefilman...

Şehîd Denîz Firat li Mexmûrê hate bi bîr anîn

Şehîd Denîz Firat li Mexmûrê hate bi bîr anîn

Gelawêj 8, 2022

Şehîd Deniz Firat di 8’emîn salavegera şahadeta xwe de, ji aliyê hempîşeyên xwe û xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve...

Çavdêrê siyasî yê Iraqî: Şandeyeke Ewlekariyê ya Tirk serdana Hewlêrê kir!

Çavdêrê siyasî yê Iraqî: Şandeyeke Ewlekariyê ya Tirk serdana Hewlêrê kir!

Gelawêj 8, 2022

Çavdêrê Siyasî yê Iraqî Waîl El-Rikabî diyar kir berê niha demekî şandeyeke ‘Ewlekarî û Saloxgerî’ serdana Hewlêrê kiriye û bi...

Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

Gelawêj 8, 2022

Li ser xwatirxwestina dawî ya stêrka ragihandina azad rojnameger û şervana heqîqetê Denîz Firat re 8 sal derbas bûn. Şervana...

Dîmenek nû yê çalakiya gerîla ya dijî leşkerên Tirk hat weşandin

Dîmenek nû yê çalakiya gerîla ya dijî leşkerên Tirk hat weşandin

Gelawêj 8, 2022

Gerîla TV dîmenê çalakiya 17'ê Tîrmehê ya li Girê Amediyê weşand ku di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin. Navenda...

Li Mexmûrê Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Li Mexmûrê Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Gelawêj 7, 2022

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgerên Jinên Ciwanên Mexmûrê  (TCJM) û Tevgerên Ciwanên Mexmûrê (TCM)...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist