TAJÊ deklerasyona çareseriyê ragihand

Pênçşem, 4 May 2017 – 09:45 

TAJÊ deklerasyona çareseriyê ragihand

TAJÊ bi civîneke li ser pêvajoya siyasî û rêyên  çareseriyê deklarasyoneke bi raya giştî re parve kir. Di deklarasyonê de pirsgirêk û aloziya ku  bi destên hêzên derve li  ser Şengalê diqewimin riyên çareseriyê nîşan da.


ŞENGAL/ ROJNEWS

Tevgera Azadiya Jinên Êzidiyan-TAJÊ bi daxuyaniyekê deklarasyona çareseriya pirsgirêka xweseriya Şengalê eşkere kir. Daxuyanî ji aliyê rêvebertiya TAJÊ Pelda Şengalî ve hat xwendin. Her wiha Saziya Çand û Hunera Şengalê, Komalên Ciwan û Mamosteyên jin amade bûn.

Daxuyanî bi van gotinan destpêkir; “Ev demeke ne dirêje ku fermaneke pir dijwar û wehşane li ser me Êzidiyan de hat. Di vê fermanêde herî zêde jin bi wehşiyet û gelek êşan re rû bi rû man. Gelek însanên me li çar aliyên dinyayê koçber bûn û perişan bûn. Em jimareyek Êzidî li rexmê hemû zor, zehmetî û metirsiyan jî li ser axa xwe man. Me xwest em hemû birînên xwe bipêçin û hem jî Şengalê dîsa bixin qada jiyanê. Daku însanên me vegerin ser axa xwe.

Loma me jiyana xwe ji nûve rêxistin kir. Bi taybetî jin û dayikên Şengalê. Ji bo em ji nûve li Şengalê jiyanê ava bikin, me xwest em pêşengtî bikin. Me dizanîbû ku encax heger em weke jin û dayik xwe rêxistin bikin, em dikarin ji bo civaka xwe tiştek bikin û civaka xwe birêve bibin.”

‘Hemû dinya li hemberî êrîşên ser gelê me bêdeng bûne’

Daxuyaniya TAJÊ wiha jî dewam kir; “Li ser vê esasê di hemû qadên jiyanê de me weke jin û dayikan xwe gihand rêxistina Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ)’ê. Lê mixabin yên ku bûn sedema van fermanan û êşan niha careke din nahêlin ku em jiyana xwe bidomînin. Em Êzidî weke mileteke bermahiyên fermanê li ser vê çiyayê mane. Em niha dîsa li ber çavên hemû dinyayê bi êriş û fermanên nuh re rûbirû têne hiştin. Hemû dinya, saziyên navnetewî li hemberê van êrişên ku li ser miletê me tîne kirin, careke din bêdeng dimînin. Ev bê dengî sûç û şermeke mezin ya mirovatî yê ye. Em weke jinên Êzidî yên Şengalê dixwazin dengê xwe bigîhînin hemû dinyayê. Li ser vê esasê em bi navê hemû jinên Şengalê, weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî yên Şengalê careke din bang li Yekitiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û Koalisyon û gelek saziyên eleqedar dikin;”

TAJÊ di deklerasyona xwe de wiha ragihand:

“-Civaka Êzidî heta niha ji 74 Fermanan de derbas bûye û her tim bi êrişa derve re rûbirû ma ye. Ev tehlûke îro jî berdewam dike. Ji ber vê yekê em weke civaka Êzidî pêwistî bi rêvebertî û parastina xwe ya xweser dibînin. Daxwaza me ji van rêxistinan û hêza eve ku vê îradeyê nas bike û piştgirî bide. Li ser vê esasî em dixwazin ku statuya Şengalê bê naskirin.

-Desthilatdariya ku li ber fermanê bû sedem ku bi hezaran, keç, zarok û dayik bikevin destên DIAŞ’ê. Em weke jin ti baweriya me bi vê desthilatdariya PDK’ê naye. Weke jin em vê desthilatdariyê qebûl nakin. Desthilatdariya PDK, 3’ê Adarê xwest vê desthilatdariya xwe li ser me bi darê zorê ferz bike. Ji ber vê jî berî herkesî em weke jin û dayik li hember sekinin, êrişên xwe yên ku ferqa wan ji DAIŞ nebû, li ser jinên Êzidî careke din pêkanîn. Me di wan êrişan de keçen xwe yên ciwan, Nazê û Nûjiyan Şehîd dan. Berdelên xwe çi dibe bila be, ne mumkune ku em careke din desthiladariya PDK’ê li ser axa Şengalê qebûl bikin. Ki bike jî, em weke jinên Şengalê qebûl nakin.

-Planên PDK’ê yê 3’ê Adarê têkçûn. Vê carê bi hevalbendê xwe Erdogan re li ser axa Şengalê, êrişên hewayî li hemberê Êzidiyan kirin. Kîn, nefret û dijminatiya dewleta tirk ya dîrokî li hemberê gele êzdî heye.

-Gelek fermanên ku hatine li ser civaka me bi deste dewleta Osmanî çêbûne. Di şeqsê Erdogan de ev dewlet dîsa dijminatiya civaka me Êzidiyan dike û dinya jî jê re bê deng dimîne. Dîsa banga me ji hemû saziyên Navnetewi re heye ku li ser Şengalê xelekeke parastinê bê avakirin û Şengal ji êrişên der ve re bê qedexe kirin.

-Çekên ku Koalisyona navnetewî bi armanca şerkirina li dijî DAIŞ’ê dabûn PDK’ê divê bên kontrol kirin û destûr neyê dayin ku li hemberê gelê me bê bikaranîn.

-Ji bo van êrişan sedem PKK’ê nişan didin, em vê rast nabînin. Hege pirsgirêka ewlekariya Şengalê bi derketina PKK’ê çareserbibûya, berî herkese weke civaka Êzidî me yê bigotana bila PKK derbikeve. PKK ev civak rizgar kir. Heya niha jî, ji bo parastina vê civakê roleke wê ya girîng heye. PKK roleke Neteweyê Yekbûyî nelîst, dilîze. Saziyên Navnetewî, Neteweyên Yekbûyî hege bi rola xwe rabibûna, pêdiviya ku PKK’ê li vir bimîne, ne dima. Em weke civak û jinên Êzidî, ji aliyên van desthilatdaran ve derxistina PKK’ê bê parastina hiştine civaka Êzidî wiha dibînin û wisa digrin dest. Heta ku maf û parastina Şengalê misoger nebe, derketina PKK’ê em ji bo xwe bi xeter dibînin. Hege em heta niha li ser axa xwe mane, me pişta xwe daye PKK’ê. Me pişta xwe nedaye PDK’ê û ti saziyên navnetewî jî li pişta me nebûn ji ber vê berê ku bêjin PKK’ê ji Şengalê derbikeve, pêwiste hêz û saziyên navnetewi bi erken xwe ve rabin.

-Daxwaza me ji hêzên navnetewi ewe ku mudaxilê rewşa bi alozi ku niha dom dike bibin û şandeyên serbixwe bişînin herêmê. Banga me ji bo Dewleta Iraqê jî ewe ku ferman û rewşa Şengalê de xwe berpirsiyar bibîne. Di heman demê de Êrişên ku li ser Şengalê hene, îradeya Iraqê jî têk dibe. Pêwiste li hemberê vê civaka erk û berpirsiyartiya xwe pêkbîne. Li hemebrê van êrişan bê deng nemine.

– Bere vê konferanseke navnetewî ji bo jinên Êzidi çêbibû. Ev konferans girîng bû. Banga me ji hemû pêkhateyên vê konferansê re û dîsa hemû sazî û rêxistinên jinan re ew e ku; li hemberê qêrîna jinên Êzidî bila bê deng nemînin. Li hemberê Şengalê bi berpirsiyartî û hişyarî nêz bibin, erkên xwe pêkbîninin.”

(rn)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist