‘Tê payîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê peymanên veşartî  ligel Tirkiyeyê hebe’

Pênçşem, 8 Berfanbar 2016 – 17:13 

‘Tê payîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê peymanên veşartî  ligel Tirkiyeyê hebe’

Parlamentera Tevgera Goran Behar Mehmud  ragihand ku neqebûlkirina Hikûmeta Herêma Kurdisanê ya  bûdceya Iraqê, dide nîşandan ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di talankirina petrola Herêma Kurdistanê de delîlek herî başe. Her wiha got ku tê payîn ku hikûmetê peymanên veşartî li gel Tirkiyeyê hebe.


RÊZAN MIHEMED

Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser para Herêma Kurdistanê ya di bûdceya 2017’an ya Iraqê de, gumanên parlamenteran zêdetir kir.

Parlamentera Tevgera Goran û Cîgirê Serokê Komisyona Yasayê ya Parlamena Herêma Kurdistanê Behar Mehmud ji ajansa me re ragihand ku ewa ku nûnerên wan li parlamentoya Iraqê di yasaya bûdceyê de qebûl kirine, bi giştî di berjewendiyê hemû mûçexwer û welatiyên Herêma Kurdistanê de ye.

Têkildarî ne qebûlkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya proje yasaya bûdceya Iraqê ji Mehmud got: “Hikûmet dibêje ez bi yasayê qebûl nakim. Ev ji delîlek herî başe ku Hikûmet di xwaze di talankirina petrola Herêma Kurdistanê de berdewam be.”

Behar Mehmud di berdewama axaftina xwe de wiha domand; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê lihevkirinek li gel hikûmeta Tirkiyeyê heye, tê payîn ku petrol pêşî firotî be û pere wer bigre. Ev hemû guman çêdike, lihevkirina 15 salî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Tirk çêkiriye û ji bo Parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ne hatiye eşkere kirin.”

Mehmud di dewama axaftina xwe de balkişand ser petrola Herêma Kurdsitanê û wiha got; “Di daxuyaniyekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, rewşekî eşkere tê de ye ku Hikûmete ji me re dibêje, ez bi 42 dolar yek varêl petrol difiroşîm û dibêjin mehane dahata me 1 Tirilyon û 20 Milyar dînare. Di heman demê de ev ji pirsyareke dixe ber çavên me ku tu ewqas petrol difiroşî û ewqas dahata heye çima 50 roj carekê mûçe nadî û ev pere çi lê tên?”

Di dawiya axaftina xwe de Cîgirê Serokê Komîsyona Yasa ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Behar Mehmud wiha got; “Eger Hikûmeta Herêma Kurdsitanê girêdayî vê proje yasaya bûdceya Iraqê ne be, wê li beramberî xelkê Herêma Kurdistanê berpirsyartiyên dîrokî bikeve li ser milan.”

Duh di rûniştina Parlamentera Iraqê de, bi piraniya dengên parlamenteran tevahiya made û xalên bûdceya giştî a sala 2017’an ya Iraqê hat pejirandin. Ji bo Herêma Kurdistanê ji sedê 17 hate pejirandin.

(rn)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist