Têkildarî rola zimanê dayikê li Helebce semîner

Li bajarê Helebce bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê têkildarî di perwerdeyê û siyasetê de rola zimanê dayikê semînerek hat lidarxistin.


Li Hola Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê bi tevlîbûna gelek kesan bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê têkildarî di perwerdeyê û siyasetê de rola zimanê dayikê semînerek hat lidarxistin.

Werger û Nivîskar Mesûd Baba yê di semînerê de axivî, diyar kir ziman çekek e wiha ye ku neteweyên cîhanê tenê bi rêya çek û cebilxaneyan serwer nebûn û got, “Bi rêya zanistiyan, qada siyasî û derûnnasiyê de serkewtin bi dest xistin. Ev hemû bi ziman pêk hatin.”

Mesûd Baba têkildarî  di pêvajoya perwerdeyê de girîngiya zimanê dayikê de jî wiha axivî: “Divê zarok li xwendingehan bi zimanê dayika xwe bixwînin, ji ber pêwendiya ziman bi asayîşa neteweyî ve heye.”

Mesûd Baba şêwazê xwendina ziman a li xwendingeh û zanîngehên herêma Kurdistanê rexne kir û got, “Li xwendingeh û zanîngehên Kurdistanê waneya ziman nîne. Tenê rêzimanekî hişk tê dayîn ev jî rola ziman nahêle û dikuje.”

(yş)