Temellî encamên serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nirxand

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li ser serdana xwe ya Başûr axivî û diyar kir ew bihêvîne ku di mijara çareseriya pirgirêka Kurd û pêkhatina yekîtiya netewî ya Kurd e gav bê avêtin û got, “Banga kongreyekî pêwîstiyeke lezgîne û bendewariyeke. Divê diyalogên du alî bên pêşxistin. Herkes divê ji aliyê xwe ve însiyatîf bigire û gav biavêje. Helbet Başûr di vê mijarê de navendeke girîng e. Me hevdîtin bi rayedarên vir re kir û van fikrên xwe bi wan re parve kir. Ew jî van fikrên me erênî dîtin û baş nêz bûn. Min dît ku daxwaza wan a di vê mijarê de biberpirsyar tevbigerin heye. Hêviya min niha zêdetire. Bawer dikim ku ev nîqaş û gotûbêjane wê di demeke herî kurt de bi awayeke tendûrist pêk werin. “


Şandeya HDP’ê û KCD’ê ku ji hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, alîkarê hevserokên HDP’ê Nazmî Gûr, Wekîla Serokê koma HDP’ê Fatma Kurtulan, parlementera Batmanê Feleknas Uca, parlementerê Amedê Îmam Taşçier, hevserokên Nûnertiya HDP’ê Mûzeyyen Gûneş û Abid Îke pêkdihat, 4 roj li Hewlêr û Silêmanî bi rêveberiya Herêma Kurdistanê, serokkomarê Iraqê û partiyên siyasî, rewşenbîran re rûnişt. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî serdana xwe ya ji bo Başûrê Kurdistanê û encamên hevdîtinan ji ajansa me re nirxand.

Temellî diyar kir ku cara yekê tê Başûr û serdana xwe jî weke ezmûneke girîng dinirxîne û dibêje, “Yekem care têm Başûr. Ji bo min ezmûnekî gelekî girîng bû. Di wateya siyasî de jî em bawer dikin ku serdaneke girîng e. Ji ber hilbijartina birêz Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Seroka Parlementoyê Rêwas Faîq me pîrozbahî li wan kir.”

Pirsgirêka Kurd hemû herêmê eleqeder dike, divê hemû aktor mûdaxilê çareseriyê bibin

Temellî serdana xwe ya ji bo Başûr û encamên wê weke serdaneke gelekî girîng û encamên wê ji bo pêvajoya pêş a siyasî hebe dinirxîne û dibêje, “Dema em li pêşketinên siyasî yên li Tirkiye û herêmê pêktên dinêrin, ev hevdîtin ji bo pêvajoya  pêş me xwedî giringiyeke mezine. Ji ber vê girîngî didim vê serdanê. Me di hevdîtinê de berê her tiştî rewşa heyî nirxand. Hem gelên Tirkiyê hem jî hemû gelên herêmê hesreta aşitiyêne. Dixwazin aştî êdî pêk were. Ji ber vê jî gava herî zerûr a divê bê avêtin jî çareseriya demokratîk e, çareseriya pirsgirêka Kurd e. Dema em dibêjin, çareseriya pirsigrêka Kurd tenê çareseriyeke li Tirkiyê têrê nake, divê ev pirsgirêk di coxrafyaya Rojhilata Navîn de were destgirtin, divê hemû aktorên siyasî mûdaxilê vê meseleyê bibin û bikarin tevkariyek jêre çêbikin, bibin parçeyek ji çareseriyê.

HDP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li pey afirandina hilbijêrkane

Em dema weke HDP li Tirkiyê têkoşîna demokrasî û aşitiyê bilind dikin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî hilbijêrkan peyda dikin. Em dizanin ku pirsgirêka Kurd ji pirsgirêka demokrasiyê qut nîne. Helbet ev mesele tenê di nava sînorên Tirkiyê de na, ji ber derveyî Tirkiyê jî bandor dike, me di hevdîtinên xwede bi awayeke zelal behs kir. Girînge ku têkoşîna demokrasî û aşitiyê yekpare bê dayîn.

Nebûna yekîtiya Kurd çareseriya pirsgirêka Kurd asteng dike

Temellî dazanîn ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd di yekîtiya netewî ya Kurd re derbas dibe û dazanîn ku wan di hevdîtinan de weke mijareke din a sereke jî behsa girîngiya yekîtiyê û gavên divê bên avêtin kiriye û got, “Mijara duyemîn a hate destgirtin jî pirsgirêka yekîtiya netewî ya Kurd e. Yanî êdî dem hatiye ku Kurd li hember hev hestiyar tevbigerin û hesasiyetên hev berçav bigirin. Her wiha dema wêye ku siyaseteke bihev re tevbigerin biafirînin. Gavên ku di vê mijarê de ne hatine avêtin, xemsariyên çêbûne, bixwazî nexwazî çareseriya pirsgirêkê zehmet dike. Her wiha mexdûriyetên pir mezin çêdike. Gelê Kurd mexdûr dibe, mexdûriyeteke jêdera xwe ji şer digire, ji xêzaniyê digire heye. Ji bo ev rewş bi dawî bibe, divê li dijî şer îradeyek bê nîşandan û îradeya bihevre jiyankirinê deynin holê.”

Wê demokratîkbûna Tirkiyê, demokratîkbûna herêmê bixwere bîne

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî dazanîn ku bendewariya hemû gelên Mazlûm ji Kurdan heye û wiha pêde çû, “Gelên herêmê jî çavê wan li çareseriya ku Kurd pêşbixine ye. Bendewariya hemû gelên mazlum ji Kurdan heye. Her çareserî dereng dikeve, gelên din jî mexdûr dibin. Pêwîstî bi çareseriyeke yekpare heye. Ji ber demokratîkbûna Tirkiye, wê herêmê jî bixwere demokratîze bike. Eger em aşitiyê li Tirkiyê pêkbînin, wê aşitî were herêmê jî. Tirkiye welateke bihêze, lê welateke hêza xwe baş bikarnayêne. Tirkiye welatekî girînge, lê ne di ferqa vê girîngiya xwe de ye. Çavkaniyên xwe timî şaş bikartîne. Di polîtîkaya derve de siyaseteke bê îtîbar esas digire, di siyaseta  navxweyî de jî aşitiya civakî tine hesap dike. Ev ne tenê li Tirkiyê rejîmeke otorîter, zextê, şîdetê û şer geş dike, di heman demê de li herêmê jî bêîstîqrariyeke mezin çêdike û hêviyên aşitiyê kor dike. helbet ev rewşeke çavkaniya xwe ji îxtîdarê digire. Em xwedî fikrê rêya sêyemînin ku dibêjin, demokrasî hilbijêrkeke. Em siyaseta vêya pêşdixin. Siyaseteke demokratîk, destûreke bingehîn a demokratîk û mûzakereyên demokratîk û siyaseteke çareseriya pirsgirêka Kurd li pêş dibîne, em bi biryardarî didomînin. Dubare dixwazim destnîşan bikim ku ev pirsgirêk ji ber Tirkiyeyê jî derbas dike, pêwîstî bi siyaseteke hevpar a bihevre heye.”

Divê ji bo aşitiyê pêşniyarên Ocalan bên berçavgirtin

Temellî di dewama axaftina xwede îşaret bi rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di aşitiyê de kir û wiha dirêjî biaxaftina xwe da, “Divê em xwedî li prensîba li Tirkiyeyê aşitî li herêmê aşitiyê derkevin. Kurd li Iraq, Tirkiye, Sûriye û Îranê hene. Kurd jî li van çar welatan kirdeyeke sereke ya siyasî, polîtîk û civakî ye. Eger ev kirde neyê dîtin û bi Kurdan re aşitî neyê kirin, wê ti pirsgirêk çareser nebin. Çi pirsgirêka jin dibe,çi pirsgirêka kedê û jîngehê jî dibe, heya meseleya sereke ya Kurd neyê çareserkirin ne gengaze ku pirsgirêk bê çareserkirin. Li kîjan welatî Kurd hebe, divê çareserî jî bê pêşxistin. Her welatek yanjî herêmek hinek hesasiyetên wan yên li beramber hev hene, em vêya baş fêm dikin. Lê ev nayê wê wateyê ku çareseriya wê nîne. Dikare hemû rengên herêmê bê esasgirtin û çareserî bêpêşxistin. Em dikarin vêya biserbixin. Ji ber vê li Tirkiyê demokratîkbûn xwedî girîngiyeke mezine. Eger li Tirkiyê demokratîkbûn pêk were, eger ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên samîmî bên avêtin, eger di vê mijarê de bi taybet nêrînên Ocalan bên berçav girtin ku ezmûneke pir girîng a di navbera sala 2013-1015’an de heye, eger hinek pêşketin di vê çarçoveyê de pêk werin, wê bandoreke gelek pozîtîv li herêmê jî bike.”

Demokratîkbûna Başûr wê bandorê li Tirkiyeyê jî bike

Temellî destnîşan kir ku rola Başûr di çareseriya pirsgirêka Kurd de heye û got, “Nimûne eger li Başûr ji bo demokratîkbûnê gavek bê avêtin, hewldaneke baş ji bo aşitiyê were avêtin, evê bandoreke baş li Tirkiyê jî bike. Îro ji ber nebûna danûstandin û qutbûna peywendiyan, li Tirkiyê pir rehetî dikarin qeyûman bixin şûna hilbijartiyan, dikarin operasyonên pençe ji bo Başûr bikin û dikarin pir rehet gef li Rojava bixwin.

Banga kongreyekî pêwîstiyeke lezgîn e

Sezaî Temellî dazanîn ku rêveberiya Başûr erênî nêzî fikrên wan yên ji bo yekîtiyê û çareseriyê bûne û wiha axivî, “Pirsgirêka ku em jêre dibêjin, pirsgirêka Kurd ya rastîn ne pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka feraseta ku mafên Kurdan tune dihesibîneye. Wê demê divê ev bê çareserkirin û li dijî vê ferasetê pêwîstî bi têkoşîneke pir alî heye. Mijara yekîtiya netewî çima evqas girînge di vir de veşartiye. Banga kongreyekî pêwîstiyeke lezgîne û bendewariyeke. Ev mijar gelekî girînge û pêwîstî bi gavên lezgîn heye. Divê diyalogên du alî bên pêşxistin. Herkes divê ji aliyê xwe ve însiyatîf bigire û gav biavêje. Helbet Başûr di vê mijarê de navendeke girîng e. Me hevdîtin bi rayedarên vir re kir û van fikrên xwe bi wan re parve kir. Ew jî van fikrên me erênî dîtin û baş nêz bûn. Min dît ku daxwaza wan a di vê mijarê de biberpirsyar tevbigerin heye. Hêviya min niha zêdetire. Bawer dikim ku ev nîqaş û gotûbêjane wê di demeke herî kurt de bi awayeke tendûrist pêk werin. “

Me bang kir, ew jî erênî bersiv dan

Temellî daxuyakirin ku ew bihêviya rêveberiya Başûr berpirsyariyên dikeve ser milê wan pêkbîne û wiha axivî, “Me bangawazî û daxwaz kir ji bo gav avêtinê, ew jî bersiveke erênî dan vê banga me. Helbet em çareseriyeke demokratÎk dixwazin. Ji ber niha herkes ji şer zirerê dibîne û mexdûr dibe. Helbet helwesta keyfî ya desthilata Tirkiyê nayê qebûl kirin. Em li Tirkiyê mexdûriyetên mezin dijîn. Li Tirkiyê bêîstîqrariyeke mezin heye. Bêîstîqrariya aborî, polîtîk û hejariyeke mezin li Tirkiyê tê jiyîn. Ev mijarene tev dikarin di çarçoveya demokrasiyê de bên çareserkirin.  Ji ber vê banga min a ji bo hemû siyasetmedaran di vê çarçoveyê de ye. Eger em siyasetê dikin, em diber afirandina çareseriyên demokratîk de berpirsyarin. Ji bo ev bikeve meriyetê divê em tevbigerin. Bangawaziya me di vî alî de bûn û me bersivên erênî girt. Hêvî dikim ku ji vêya şûnve herkes berpirsyariyên dikeve ser şanê wan pêkbîne.

Gotina min hat berovajî kirin

Temellî li ser berovajîkirina gotinên wê di hinek dezgehên ragihandina Başûrê Kurdistanê de diyar kir ku gotina wî yan şaş hatiye wergerkirin yanjî hatiye berovajîkirin û got, “Ez Tirkî diaxivim û dema wergera bo Kurdî tê kirin, dibe ku pirsgirêk çêbibe yanjî dibe ku hatibe berovajî kirin. Cîhana Kurd cîhaneke mezin û dewlemend e. Em behsa komeke biçûk nakin. Em behsa 45 milyon Kurdên li herêmê dikin û behsa bi dehan partiyên siyasî yên li herêmê dikin. Em behsa meylên cûda cûda yên li Kurdistanê dikin. Helbet gelek lîderên Kurd heye, yek ji van jî Mesûd Barzaniye  û  Birêz Ocalan e û ev rastiyeke. Weke siyasî çi bêjin girîng e. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya girîng hewldanên çawa tên dayîne. Di vê mijarê de rêyeke çawa ya çareseriyê tê pêşniyar kirin ew girînge. Em jî li vêya dinêrin. Em behsa rêya sêyemîn dikin, behsa siyaseteke azad û mûzakereyeke demokratîk dikin. Ji ber vê daxuyaniyên Birêz Ocalan ji bo me girînge. Ji ber bixwe jî got, ez li ser xet û feraseta 2013’anim. Pêvajoya piştî 2013’an ji bo Tirkiye û ji bo hemû cîhanê girîng bû. Me nekarî vê pêvajoyê baş binirxînin. Di serî de me û gelek sazî rexnedayîna vêya da. Eger ew pêvajoya çareserî û aşitiyê pêşketiba niha piraniya pirsgirêkên hene çênebûba. Helbet herkes ji aliyê xwe ve cûda li meseleyê dinêre. Lê Kurdan tev weke yek enî nirxandin jî wê şaştiyeke mezin be û gotina min jî hatiye berovajî kirin.”

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd niha bihêvîtirim

Temellî weke encam jî diyar kir ew ji bo pêşketina çareseriyeke demokratîk niha bihêvîtire û dazanîn ku divê hevdîtin û diyalog bên pêşxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Weke encama hevdîtina dikarim bêjim ku ji bo çareseriya demokratîk û aşitiyane niha bihêvîtirim. Ev girînge. Ji bo pirsgirêkên hevpar, çareseriyên hevpar dikare bê afirandin. Hatina vê astê ango xalê ji bo Tirkiye û herêmê jî dikarim weke pêşketineke girîng dest bigirim. Di navbera dewletan de, navbera aliyên siyasî, di navbera civakan de û navbera aliyên siyasî de pêwîstî bi hîn zêdetir diyalog û temasê heye. Bi taybet dixwazim vê yekê bêjim, bi nêrîna li encaman em nikarin çareseriyê biafirînin. Divê em li sedeman binêrin. Sedema herî mezin jî pirsgirêka Kurd e. Divê em li pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrasiyê binêrin û di nava hewldana em dikarin çawa pirsgirêkê çareser bikin de bin.”