Tevgera Azadî beşdarê civîna Hevpeymaniya Kurdistanî bû-HATE NÛKIRIN

image_print

Yekşem, 6 Kewçêr 2019 – 14:41  ROJNEWS / HEWLÊR

Tevgera Azadî beşdarê civîna Hevpeymaniya Kurdistanî bû-HATE NÛKIRIN

Civîna hevpeymaniya Kurdistanî ya ji bo hilbijartinên parêzgehên nakokî li ser hene, li Hewlêrê pêkhat û nûnerê Tevgera Azadî jî vê carê beşdarî civînê bû. Lê Yekgirtûya Îslamî di mijara logoya hevpeymaniyê de hemfikir nebû, civînê boykot kir.


Îro beriya nîvro li bargeha Komela Îslamî ya Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê, civîna aliyên beşdarî Hevpeymaniya Kurdistanî ya ji bo hilbijartinên parêzgehên nakokî li ser hene destpê kir.

Nûnerên 23 aliyên Kurd û Tirkmen beşdarî civînê bûn. Di civînê de nîqaş li ser bername, dirûşm û plansaziya hevpyemaniyê pêk tê.

Endamê Desteya Rêveber ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Nerîman Ehmed, weke Tevgera Azadî beşdarê civînê bû.

Ev civîna çaremîn a Hevpeymaniya Kurdistaniye ji bo beşarbûna hilbijartinên meclîsên parêzgehan ên Iraqê li herêmên nakokî li ser hene. Piştî rexne û nerazîbûna Tevgera Azadiyê nûnerê wan cara yekeme tevlî civîna Hevpeymaniyê dibe.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî ji ber fikrê wan ya derbarê Logoya Hevpeymaniyê de cûdaye, civîna îro ya li Hewlêrê pêkhat, boykot kir.

Di navbera civînê de Berpirsê Navenda Hilbijartinê ya Komela Îslamî Mihemed Celîl têkildarî naveroka civînê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got, “Me di civînê de li ser bernameya hevpeymaniyê, dirûşma wê nîqaş kir. Bername li gorî xweseriya herêman tê amadekirin û taybetmendiyên wan tên berçav girtin. Ev bername ji ber herkesê himbêz dike, welatî pêkêfxweşin. Di bernameyê de rewşa siyasî, destûrî, aborî, perwerde,ewlekarî û xizmetgûzarî tê destgirtin.”

Nûnerê Tevgera Azadî Nerîman Ehmed ku cara yekeme beşdarî beşdarî Civîna Hevpeymaniya Kurdistanî dibe jî axivî û got, “Giranî û bandoreke baş ya Tevgera Azadî li herêmên nakokî li ser hene, heye. Ji ber vê me biryar da ji bo parastina nav maliya Kurd tevlî vê hevpeymaniyê bibin. Emê beşdarî civînên din yên werin lidarxistin jî bibin.”

Nerîman Osman her wiha dazanîn ku rola Tevgera Azadî di pêkanîna vê lîsteyê de hebûye û axaftina xwe bi wiha bi dawî kir, “Rola me di çêkirina vê lîste û hevpeymaniya Kurdistanî de hebû, ev hevpeymanî male Kurdan teve ne ya ti aliyek anjî hêzeke.”

(bz)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist