Piştî welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî hat qetilkirin, kesayet û aliyên siyasî ji bo sersaxiyê serdana malbata wî dikin. Îro jî Tevgera Azadî, RJAK û Serokê Berê yê Parlementoya Herêmê Dr.Yusuf Mihemed serdana malbata Çelebî kirin û sersaxiyê xwestin.
Penaberê siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî di şeva 17’ê Gulanê de li ber deriyê xwaringeha xwe ya li Silêmaniyê hate gulebarankirin û piştre li nexweşxaneya Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.
Îro piştî nîvro hejmarek zêde ya kesayetên siyasî, welatî û nûnerên partî û rêxistinan li Silêmaniyê serdana malbata Çelebî kirin û sersaxiyê ji malbatê re xwestin.
Di nava kesên serdana malbatê kirin de hevserok û berpirsên Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) û Serokê Berê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê Dr.Yusuf Mihemed jî hebûn.
Di dema serdanê de Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah axivî û da zanîn ew bi rêbaza şehîd Mihemed Zekî û hemû şehîdên din serbilindin.
Mihemed got: “Şehîdbûna heval Zekî Çelebî karesatek mezine, hevalek hertim pêşeng bû. Di nava hemû kar, çalakî û xwepêşandanan de bi awayek dilsoz û îradeyek xurt tevil dibû. Ji bona wê emê hemû êşên xwe bixin hêza têkoşînê û li ser doza wan berdewam bin.”
Hevserokê Tevgera Azadî diyarkir dagirker û xiyanetkar hertim kesayetên xwedî bandor, têkoşer û dilsozên gel û nîştiman dikin armanc.
Her çiqas piştî bûyerê hêzên ewlehiya Silêmaniyê diyarkirin wan dest bi lêkolînê kirine, lê heta niha derbarê bûyerê de tiştek negotine. Malbat û hevalên Çelebî jî daxwaz ji hêzên ewlehiyê dikin tiştek zelal ji wan re bêjin û kujerên Çelebî bigrin û ceza bikin.
(kş)