Tevgera Azadî û Komîteya Şehîdên KODAR’ê li Ranya çûn ser gorên şehîdan

image_print

Çarşem, 6 Tîrmeh 2016 – 09:04 

Tevgera Azadî û Komîteya Şehîdên KODAR’ê li Ranya çûn ser gorên şehîdan

Bi boneya roja yekemîn a cejna Remezanê Tevgera Azadî û Komîteya Şehîdên KODAR’ê li Ranya gorên şehîdan ziyaret kirin.


MIHEMED HESEN / RANYA

Îro serê sibê Tevgera Azadî û Komîteya Şehîdên KODAR’ê li ser gora şehîdan li Ranya yekemîn roja cejna Remezanê li malbatên şehîdan û gelê Kurd pîroz kirin.

Di destpêka mersîmê de deqeyek ji bo giyanê pak ê şehîdan rêz hat girtin. Endamê Meclîsa Herêma Raperîn a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Mam Şivan axivî û got: “Cejn tê wateya aştî û biratiyê û gelê Kurd jî her tim hewla biratî û jiyana bihevre daye. Lê belê dijminên gelê Kurd û dagirkeran hewl dane Kurdan tine bikin. Divê hemû Kurd xwedî hestek şoreşgerî li dijî dagirkeran be. Şehîd xwediyê rasteqîn ê vî welatî ne.”

Paşê li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên KODAR’ê Hêmin Sine axivî û wiha got: “Em cejnê li malbata şehîdan, Rêber Apo, Gelê Kurd, hemû misilmanan, cîhanê û mirovatiyê pîroz dikin. Em hemû deyndarê şehîdan in. Dewleta Tirk a faşîst bi hemû hêza xwe êrîşî Bakûrê Kurdistanê dike. Êrîşî goristana şehîdan dike û wêran dike.”

Di dawiya merasîmê de dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin, Bijî Serok Apo’ bi dawî hat.

(ge)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist