Tevgera Azadî:  Zextên derve li pêşiya lihevkirina Bexda û Herêmê astenge

 Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) eşkere kir ku Herêma Kurdistanê di warê siyasî, aborî û civakî ve berbi pêşerojek  xerab ve diçe û rastî şikestinên zêdetir tê. Tevgera Azadî diyar kir ku zextên derve rê nade di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê lihevkirin pêk were û ji bo partiyên siyasî avakirina meclîsek siyasî jî weke metirsiyek mezin bi nav kir.


Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li Ofîsa xwe ya Silêmaniyê, têkildarî rewşa siyasî, aborî, civakî, metirsiyên li ser azadiya aramê û danûstandinên di navbera Bexda û Hewlêrê de daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Rûnak Mecîd ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;"Herêma Kurdistanê di warê aborî,  siyasî û civakî ve ber bi pêşerojek xerab biçe û şikestinek mezintir rûbirûyî herêma Kurdistanê dibe. Bi taybet niha gelek demûdezgehên Herêma Kurdistanê bi diyar karûbarên xwe narabin û bernameyên hikûmetê bi cih nayînin. Ji derveyî vê jî parlamentoya Herêma Kurdistanê nekariye hikûmetê çavdêr bike û ezmûna şikestî û hizbî li ser serdeste."

Bi berdewama daxuyaniya Tevgera  Azadî de wiha tê destnîşan kirin;"Desthilatdaran ji bo hilbijartinê neamadene û baweriya xelkê ji dest dane. Lewma hilbijartina meclîsên parêzgehên Herêma Kurdistanê paş têxin. Dahata neftê û hemû dahata din bi veşartî maye û hikûmet bi neşefafî neftê difiroşe. Dahat ji bo hinek partî û çend dezgeh û xelkê taybet tê bikaranîn. Girîngînedana bi kerta çandinî û pîşezayiyê cotyar  bêhevî kiriye û rojane berhemên xwe diavêjin. "

Tevgera Azadî bal kişand li ser rewşa azadiya ramanê ya li Herêma Kurdistanê û wiha tê gotin;"Her li gel dest bi kar kirina kabîneya nû girtin û êşkencekirina kesayetên siyasî, çalakvan  û rojnamegeran destpê kir û rewşa wan gelek xerabe. Ev jî metirsiya zêdetir li ser demokrasiya vê herêmê çêkiriye."

Tevgera Azadî eşkere kir ku ji bo danûstandinan Bexda û Herêma Kurdistanê ne bi cidî ne û wiha tê ragihandin;"Zextên hêzên derve li pêşiya lihevkirina Bexda û Herêma Kurdistanê bûne asteng. Eger wiha berdewam bike, dibe ku sala 2020'an jî Bexda ji bo Herêma Kurdistanê mûçeyan neşîne."

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li ser gotegotên li ser avakirina meclîsa siyasî ya ji bo partiyên Başûrê Kurdistanê, avakirina wê metirsiyek mezin bi nav dike û ji bo bêrolkirina saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê dibîne. Tevgera Azadî diyar kir ku divê hemû biryar ji aliyê parlamento û saziyên welat ve werin dayîn û çareserkrin. Tevgera Azadî da zanîn ku karekî wiha wê destwerdana hizbî û şexsî zêdetir bike.

(ab)