Tevgera Ciwanan: Emê bi têkoşînê Rêber Ocalan azad bikin

Jinên Ciwan yên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz biryara Amerîka ya li ser şoreşgerên gelê Kurd, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û girtina ofîsên Tevgera Azadî şermezar kirin.


Îro danê êvarê Jinên Ciwan yên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê, di derbarê biryara Amerîka ya li ser sê şoreşgerên Kurd, tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK’ê Abdulaha Ocalan û girtina ofîsên Tevgera Azadî dan.

Endama Jinên ciwan yên Têkoşer Rêjne Çiya daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her ku diçe tecrîda li ser Rêber Ocalan giran dibe, di heman demê ev tecrîd li ser îradeya gelê Kurd û hemû gelên azadî xwaze. Bi taybet bi vê tecrîdê dixwazin îradeya jinan û ciwanan têk bibin.

Di heman demê de carek din Amerîka bi biryara girtina sê pêşengên gelê Kurd, komployê dewam dikin. Bivê biryarê dixwazin dinava gelê me de sîxurî û çetetiyê pêşbêxin. Dixwazin me jî bikin amêrek ji bo pêkanîna komployê.

Herwiha niha ofîsên Tevgera Azadî û ciwanan tên girtin. Dixwazin parçebûnek mezin dinava Kurdan de çêbikin. Nabe YNK bibe parçeyek ji vê zexta Tirkiyeyê. Tirkiye bi girtina ofîsan nagihe ti encamek, pêwîste Hikumeta Herêma Kurdistanê dev ji vê biryarê berde û YNK jî rêya Mam Celal bişopîne.”

Herî dawî di daxuyaniyê de hat gotin: “Emê weke ciwan bi têkoşîna xwe van biryaran xira bikin, dagirkeran derbêxin. Emê bi têkoşînê rêberê gelan Rêber Apo azad bikin.”