Tevî qedexeya derketinê li Gulale bombeyek teqiya

Çarşem, 18 Mar 2020 – 14:38  NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî qedexeya derketinê li Gulale bombeyek teqiya

Li bajaroka Gulale ya ser bi Xaneqînê tevî qedexeya derketina derve bombeyek teqiya. Ji ber teqînê ti ziyan çênebû. Derbarê bûyerê de lêkolînê destpê kir.


Li bajaroka Gulale ya ser bi navçeya Xaneqînê ya Diyale bombeyek berê hatî danîn teqiya.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên hêzên ewlehiya Gulale hatine girtin, li nava geraca kevin a Kelar-Gulale bombeyek teqiya û nebû sedema ziyanê.

Li gorî heman çavkaniyê ji ber qedexeya derketina ji derve ya ji bo tedbîrên vîrûsa korona ti kes li cihê bûyerê nebû û nayê zanin bombe ji aliyê kê ve hatiye danîn.

Derbarê bûyerê de lêkolînê destpê kir. Lê, hîn ti kes nehatine binçavkirin.

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist