Tîmên rakirina mayînan: Mafên me nayên dayîn

Dezgeha Mayîn (Mîn) rakirinê li gel rêxistinên navnetewî dinava 30 salan de li sinorê parêzgeha Silêmanî kariye ji 234 milyon mete çargoşe zeviyên mayînkirî 61 milyon metrên çargoşe ji mayînan paqij bikin. Tevî ku endamên vê dezgehê karek zehmet dikin jî lê ji  hemû mafên xwe yên sereke  bêbeş mane.


Şerê Iraq û Îranê ji Îlona sala 1980 ta Tebaxa sala 1988’an berdewam kir. Di van salên şer de her du aliyan jî piraniya mayînên ku çandin li deverên sinorî yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bûn. Heya niha jî bermayên van mayînan mane û rojane dibin sedemê jiyan ji destdan û birîndarbûna welatiyan.

Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mayînan a Herêma Kurdistanê ser bi Desteya Wezîrane. Ev dezgeh ji şeş rêveberiyên giştî pêktên ku li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û îdareya Germiyan hene. Her wiha Rêveberiya Giştî ya Rêveberiya Dîwan û Rêveberiya Giştî ya Teknîkê hene. Her yek ji van rêveberiyan ji herêma ku lêye berpirse daku mayîn û bermahiyên şer paqij bikin.

Li sinorê parêzgeha Silêmanî 18 tîm kar dikin, her tîmek ji van ji 15 kesan pêktê ku li devera Pêncwên, Şarbajêr, Qeladizê û çend cihekî din kar dikin. Li gorî zanyariyên rêvebertiya mayînan a deverê, li vê herêmê ji piştî sala 1991’an ve karîne ji 234 milyon metrên çargoşe ku mayîn têde hatine çandin 61 milyon metrên çargoşe ji mayîna paqij bikin.

Ji bo rakirina mayînan demek dirêj pêwîste, ji berku ger di dema rakirina wê de lez were kirin yanjî xeletiyek were kirin wê bibe sedema mirinê.

Wekî ku berpirsên Dezgeha Mayînan behs dikin, ji ber şerê heşt salan ên Iraq û Îranê li sinorê parêzgeha Silêmanî du carî mayîn hatine çandin. Ji bona wê piraniya mayînan dikevin sinorê parêzgeha Silêmanî.

Li gorî daneyên Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mîn li Herêma Kurdistan di nava van çend salên ku kar dikin de li vî sinorî (Silêmanî) 739 mayînên li dijî tanka, 100 hezar mayînên kesî hatine dîtin. Her wiha ji sala 1991’an ve li Herêma Kurdistanê nêzî 14 hezar kes bûne qurbaniyên van mayînan. Li sinorê parêzgeha Silêmaniyê 6009 kesa jiyana xwe ji destdane û hezar 475 kes jî birîndar bûne.

Mayînên ku heya niha hatine derxistin malên Îtalya, Rusya, Amerîka, Israîl, Çîn û Îranê ne. Piraniya wan malên Îtalyayê ne.

Tîmên rakirina mayînan di demsalên Bihar, Havîn û demek kurt jî di demsala Peyizê de kar dikin. Rojane ji saet 03:00’ê sibehê dicivin û berê xwe didin deverên mayîn kirî, heya nîvro kar dikin. Di dema karkirinê de her du saeta 20 deqe bêhndanek dikin.

Karê tîma mayîn hilgir di sê qonaxan de derbas dibin, di qonaxa yekem de rûpîvana ku wê paqijbikin tê girtin, piştre tîma rakirina mayîna, piştre jî tîmek kontrola dawî dike ji bo piştrast bibin ku ew dever hatiye paqijkirin.

Di dema karkirinê de tîmên mayîn rakirinê rastî gelek astengiyan tên, hinek ji van astengiyan jî nebûna nexşa deverên mayînkirî, nebûna topoxrafya Herêma Kurdistan ku ji ber lêhî û baranê gelek car mayîn cihguhertî dibin, her wiha gelek caran destdana welatiyan a mayînan ku ji cihek dibin cihek din. Berpirsê çalakiyan a dezgeha mîn Dilêr Mihemed li ser vê yekê got; “Herî zêde xelkê gundan ji mere zehmetiyan derdixin, ji berku gelek caran dest didin mayînan û divê em wê deverê bost bi bost kontrol bikin ji bo em piştrast bibin mayîn hene yan na.”

Bi du şeklan li mayînan tê geran yek bi dest ya din jî bi awayê mekanîkî.

Ceza Ebdullah serokê tîma rakirina mayîna ya bi deste, ev bîst sale vî karî dike, têkildarî şêwazê lêgerîna mayînan da diyarkirin ku karkirina li cihên rast, dol û mêrg bi şêwazê mekanîkî lêgerîn tê kirin, li cihên evrazî û asê jî bi dest kar dikin.”

Piştî ku mayîn têne rakirin û komkirin piştre radestî tîma îmhakirinê tên kirin. Tîma îmhakirinê jî wan mayîna di çalekî de hemûyan komdike û ji bo ziyan bi derdorê negihîne di teqînin.

Li sinorê parêzgeha Silêmanî 18 tîm kardikin û zêdetirî 100 endamên wê hene. Piraniya endaman zêdetirî 20 sal in bi karê rakirina mayînan dikin. Ji bo parastina welatiyan jiyana xwe dixin metirsiyê, lê wekî ku ew behs dikin, heya niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe berpirs nedîtiye di dema endamekî wan gazî dibe, nexweş dibe heya dema jiyana xwe ji destdidin jî tu tazmînatek yan jî muçeyek bi berdewamî ji bo wan nayê dayîn.

Berpirsê Tîma 2 ya Dest Zahir Hesen got; “Tevayî endamên dezgeha mîn di dema birîndarbûn, gazîbûn yan jî şehîd bûnê de tu mafekî wan nine û hikûmet jî lê xwedî dernakeve.”

Her wiha Zahir Hesen got; “Di warê mafan de em hatine paşguhxistin, di dema hikûmeta Baas’ê de kesên ku mayînan didanîn wekî xizmetek kiribin dihesibandin. Lê em van mayînan di rakin ji mere wekî ku me xizmetek kiribe nahesibînin. Heya ku dikarin karê xwe bi me dikin, lê dema êdî me nekarî kar bikîn ji mere dibêjin here li mala xwe rûne.”

(şk)