‘Tirkiye bi hêvî ye ku PDK di şerê dijî PKK’ê de piştgiriyê bidê’

Çarşem, 30 Mar 2016 – 15:03 

‘Tirkiye bi hêvî ye ku PDK di şerê dijî PKK’ê de piştgiriyê bidê’

Li gor agahiyên ragihandina Tirkiyeyê, dewleta Tirk bi hêviye ku PDK ji bo şerê li dijî PKK’ê piştgiriyê bidê û Tirkiye ji bo Îranê jî li dijî PKK’ê bikişe aliyê xwe, dinava hewldanan de ye.


SELAH XIDIR / SILÊMANÎ

Li gor agahiyên rojnameya Tirkiyê ku nêzî dewlet û hikûmetê ye, artêşa Tirk bi israre ku operasyonên xwe li Kurdistanê berdewam bike û wiha dinivîse: “Ji bo ku Tirkiye çavkaniyên aborî yên PKK’ê zuha bike, peywendiyên girîng bi rayedarên Îran û Herêma Kurdistanê re daye destpêkirin. Rêveberên Herêma Kurdistanê mesafe xistine navbera xwe û PKK’ê de.”

Rojname di şîroveya xwe de wiha berdewam dike: “Bi alîkariya ji welatên cîran Tirkiye li dijî PKK’ê şer dike. Îran jî pêwîste xwe ji PKK dûr bixe. Di hevîdtina dawî ya wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf a li Tirkiyeyê,ev rojev li Îranê jî cihek berfireh girt. Beşek zêde ya Qendîlê dikeve axa Îranê, Tirkiye li benda gavên girînge ji aliyê Îranê ve ye. Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di demek nêz de serdana Tirkiyê dike, ev mijarê wê bi wî re jî were gotûbêjkirin.”

‘Tirkiye bi hêvî ye ku PDK di şerê dijî PKK’ê de piştgiriyê bidê’

Heman çavkanî paşê behsa lihevkirina di navbera Tirkiye û Mesûd Barzanî dike û wiha dibêje: “Şandeyên Tirkiyê zû zû diçin Herêma Kurdistanê û Barzanî re rûdinên. Rêveberiya Herêma Kurdistanê mesafeyek danîne di navbera xwe û PKK’ê de. Di navbera malbata Barzanî û Tirkiyê de peywendiyek baş heye. Ji bo wê jî Tirkiye bi hêvî ye ku ewê di têkoşîna bi PKK’ê re piştgiriyê bike.”

Peywendiyên malbata Barzanî bi Tirkiyê re

Belavbûna van agahiyan di demekê de ye ku serokê PDK’ê Mesûd Barzanî roja 22.03.2016’an di hevdîtina xwe ya bi malpera El Monîtor de ji gerîlayên HPG’ê xwest ku ji Şengalê derkevin û got: “Erdogan ji her kesî zêdetir pirsgirêka Kurd fam dike. Tişta ku min ji Erdogan bihistiye ji kesek din nebihistiye.”

Kurê Mesûd Barzanî û sekreterê meclîsa Aasayîşa Herêma Kurdistanê, Mesûr Barzanî di roja 03.07.2015’an de ji heman malperê re axivîbû û xwestibû ku PKK ji Şengal û Qendîlê derbikevin û vegerin cihê xwe yê berê û ew wek mêhvan bi nav kiribû.

Di roja 08.07.2015’an de Biraziyê Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî jî piştî civîna bi Xirîstiyanan re di civîna çapemeniyê li Hewlêrê gotibû: “Qada xebata PKK ne Herêma Kurdistanê ye û ew li vir mêhvan in.”

Axaftinên Barzaniyan di demekê de ye ku artêşa Tirk bi tank û topan êrîşî bajarên Bakûrê Kurdistanê dike. Li Cizîr û Sûrê komkujiyên mezin pêk aniye.

Du roj beriya niha jî Fermandarê Navenda Hêzên Parastina Gel Murad Karayilan di salvegera şehadeta fermandarê gerîla Egîd de ji gerîlayan re axivî û diyar kir ku êdî ewê bi buharê re dest bi pêngavek nû ya şer bikin.

(ge)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist