‘Tirkiye dixwaze jiyana hevbeş ya Kerkûkê xira bike’

Çavdêr û rojnamegerên bajarê Kerkûkê li ser destwerdana dewleta Tirk ya Kerkukê diyarkirin ku hişyariyê didin. Pisporek jî diyarkir ku dewleta Tirk dixwaze jiyana hevbeş ya li Kerkukê xira bike.


Dewleta Tirk bi awayek eşkere destwerdana kar û barê navxweyî yê bajarê Kerkukê dike. Bi awayek zelal rol di hêzkirina aliyên Tirkmen yên Kerkukê de dike. Serdana balyozê Tirk yê Iraqê Fatih Yildiz ya ji bo Kerkukê û biryara nûkirina bazara Qeyserî jî weke destwerdanek mezin tê dîtin. Li ser vê yekê çalakvan, siyasetmendar û rojnamegerên Kerkukê ji RojNews re axivîn.

Siyasetmendar Umer Hacî Elî li ser vê mijarê ji RojNews re axivî. Elî diyarkir ku Tirkiye dixwaze xewna împaratoriya Osmaniyan bicih bîne û wiha pêde çû: “Destwerdana dewleta Tirk ya li Iraq, Surye û Kerkukê li hemberî yasaya navnetewiye. Ji aliyê dewleta Tirk ve nûkirina bazara Qeyserî ya Kerkukê, tê wateya wê ku Tirkiye Iraq û Herêma Kurdistanê hesab nake. Ya karesat ewe ku Tirkiye xwe weke xwediyê van mijarane dibîne.

Rojek dewleta Tirk hêzek leşkerî ji bo Kerkukê çêdike, rojek di bin navê alîkariya bazara Qeyserî de, dixwaze welatiyan bi aliyê xwe ve bikêşe. Bê guman di vê derê de armanca sereke ya dewleta Tirk nefta Kerkuke. Herwiha bi hêzkirina Eniya Tirkmene. Tirkiye dixwaze jiyana hevbeş ya Kerkukê xira bike.”

Çavdêra siyasî Hesibe Abdula jî li ser heman mijarê axivî û got: “Her sal em dibînin zêdetir dewleta Tirk destê xwe têxe nava kar û barê navxweyî yê bajarê Kerkukê de. Di dema berê dejî destwerdanê di kar û barê aborî de dikir. Bi taybet bi peymanên neft û aliyên bazirganiyê. Lê îro em dibînin destwerdana Tirkiye bi awayek berçav tê dîtin û eşkere dike. Tirkiye hem di aliyê siyasî de hem jî di aliyê parastinê de dest avêtiye Kerkukê. Êdî gihiştiye wê astê ku leşkerên Tirkiye wê bên Kerkuk û dakevin nava bajêr.

Wisan diyare ku hevpeymanên Tirkiye dixwazin valehî di Kerkukê de hebe û Tirkiye bê Kerkuk û bi awayek raste rast rolê wî di bajêr de çêbibe. Ev jî hemu ji bo xirakirina aramiya Kerkukê dike. Li ser nûkirina bazara Qeyserî jî, welatî û pêkhateyên bajêr nerazîne. Valehiya Kerkukê we kiriye ku Tiriye destê xwe bavêje Kerkukê.”

Herî dawî rojnameger Ehmed Refîq jî li ser heman mijarê axivî û got: “Tirkiye bi rêya hevkarê xwe Eniya Tirkmen, dixwaze dest bavêje kar û barê Kerkukê. Ev jî hemu ji bo bi destxistina berhemên Kerkukê ye.

Tirkiye piştî sala 2003’an bi rêya sîxuriyê bi awayek eşkere kar li Kerkukê kiriye. Em dikarin bêjin armanca Tirkiyeyê zêdetirî xwe bazirganî, aborî û bi hêzkirina Eniya Tirkmen ya li bajêre.”

(nr)