‘Tirkiye li Xaneqînê alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dike’

Berpirsek YNK’ê li herêma Qeretepe got ku çeteyên DAIŞ bi aşkirayî li herêmê digerin û êrîşê xelkê sivîl dikin. Herwiha da zanîn ku dewleta Tirk hem li Iraq, hem jî li Suriyeyê alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dike.


Di demên dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Herêma Kurdistanê zêde bûye. Çete rojane êrîşê xelkê dikin, direvînin û demên dawî de jî dexlûdanê cotyaran dişewitênin. Li ser liv û tevgera çeteyên DAIŞ ya li herêmê berpirsê komîteya Qeretepe yê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê Mihemed Hacî Umer ji Rojnews re axivî.

Mihemed Hacî balkêşa ser liv û tevgera çeteyên DAIŞ ya li herêma Qeretepeyê û wiha axivî; “Herêma Hemrîn nêzî gundên başûrê Qeretepeye, ji bo vê çete bi aşkirayî rojane li derdora gundan têne dîtin û digerin. Çete desthilatdariya xwe li ser gundan ferz kirine û natirsin. Çete danustandinek xirab bi niştecihên gund re dikin. Ji ber vê danûstandina xirab, di nava 2 mehan de zêdetirî 15 endamên meclîsa gund dev ji kar berdane. Hikumeta Navendî jî nikare parastina gundan bike û ev jî bûye sedem ku çete bi serbestî bigerin.”

Mihemed dewamê de balkêşa ser hebûna çeteyên DAIŞ’ê jî got; “Xelkê cûr bi cûr di nav wan de hene. Wek xelkê Qeretepe, derdora wê, Kurd û kesên biyanî jî tê de hene. Hinek çete ji Suriye û welatên Ereb hatine. Zêdetir gumana min li ser piştgiriya dewleta Tirk a ji bo çeteyan heye. Ji ber ku Tirkiye, li Rojava alîkariya çeteyan dike û îspat jî bûye. Çete bac ji xelkê digrin, kiryarên terorîstane dikin. Welatiyan digrin û bi berdêla pere dîsan berdidin. Tirkiye hem li Iarq hem jî li Rojava bi hemû awayî alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dike.”

 

(nr)