Piştî Amerîka ji ber kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 ya Rûsî biryar da balafira F-35 ya şer nede Tirkiye, Tirkiye neçar ma li balafira F-4 ya temenê wê tije bûye bizivire. Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar ragihand, ewê heya 2030’an jî balafira F-4 bikarbînin!
Ji ber kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 ya Rûsî Amerîka biryar da balafirên şer ên F-35 nede Tirkiye. Her wiha krîza sîstema parastina hewayî ya S-400 dibe bandorê li dayîna balafirên F-16 jî bike. Siyasetmedarên Amerîkî bang li Rêveberiya Joe Biden dikin, dayîna balafirên F-16 ya ji bo Tirkiye rawestînin.
Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar ku tevlî guftûgoyên li ser Plan û Bûtçeyê ya Meclîsa Tirk bû, têkildarî bernameya bikaranîna balafiran agahî da. Akar ragihand ku ewê balafirên F-4 yên temenê wan tije bûye, heya sala 2030’an bikarbînin.
Tevî ku diviyabû li gorî bernameyê ji sala 2020’an ve êdî balafirên F-4 li Tirkiye neyên bikaranîn û ango teqawit bibin jî, Akar sedema dirêjkirina bikaranîna balafira F-4 eşkere nekir.
Balafira şer a F-4 di salên 1974-1979’an de hatiye çêkirin û di salên 2000’î de li gorî heya sala 2020’an were bikaranîn, hatibû nûjenkirin. Niha di derdora 30 balafirên şer ên F-4 di destê dewleta Tirk de heye û di derdora 50-60 sal temenê wan heye.
Têgotin di derdora 240 balafirên şer ên F-16 û zêdeyî 30 balafirên F-4 di destê Tirkiyeyê de mane. Tirkiye daxwazê ji Amerîka kiriye 40 balafirên nû yên F-16 bikire û 80 balafir jî bên nûjenkirin. Lê nayê zanîn wê rêveberiya Biden ya Amerîkayê vê daxwaza Tirkiyeyê pêkbîne an na.
Hêjayî bibîrxistinêye heya niha zêdeyî 13 caran balafira şer a F-4 li Tirkiyeyê ketiye. Di sala 2009 balafireke F-4 li Meletî, 2015’an jî 3 balafir di nava 10 rojan de ketin. Lê Wezareta Parastinê sedema wê ya sereke eşkere nekiribû.
(bz)