کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Pênçşem, Rêşemî 2, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Unver: Metirsiya êrişan li ser Mexmûrê jî heye

  ROJNEWS- MEXMUR
27/11/2022 - 7:28:51 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

JIYAN PÎRAN/MEXMÛR

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya wargeha Mexmûrê Bêwar Unver balkişand li ser bêdengiya dewletên Navnetewî ya li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava, Şengal û Herêmên Parastina Medaya yê û got: “Dewletên emperyal ji bo berjewediyên xwe her tiştê ji xwe re rewa dibînin. Bi hêsanî dikarin ji bo berjewediyên xwe yên navxweyî û navdewletî li ser gel û netewên din bazarê bikin. Bêguman li ser wargehê jî metirsiyek mezin ya van êrişan heye. Ji ber ku gelê Mexmûrê herî zêde li dijî rejima faşîst a dewleta Tirk berxwedaye û îradeya xwe teslîmî wan ne kiriye.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo tinekirina gelê Kurd, li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, taybet jî li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber dewam dikin. Herî dawî dewleta Tirk ji bo dagirkirinê, dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê operasyonek da destpêkirin.

Têkildarî êrişa herî dawî ya dewleta Tirk û metirsiya van êrişan ya li ser Wargaha Penaberan a Mexmûrê Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve yê Mexmûrê, Bêwar Unver bersiva pirsên ajansa me da.

Berfirehiya hevpeyvîna bi Bêwar Unver re wiha ye:

 

Sedem û armanca êrişa dawî ya dewleta Tirk a li ser Rojava, Şengal û Herêmên Parastina Medya çiye?

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo gelê Kurd, Ereb û pêkhateyên herêmê bû çirûska azadiyê. Gelên Herêmê azadiya xwe û mafên xwe yên hevpar di vê şoreşê de dîtin. Ev şoreş hêvî û baweriya gelê Kurd yên gihiştina statûyek azad da avakirin. Ji 2018’an û şûnve dewleta Tirk raste rast êrişên xwe li ser Rojava, Şengal, Herêmên Parastina Medya û Mexmûrê pêktîne. Armanca dewleta Tirk ya di êrişên li ser Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê tinekirina destkeftiyên gelê Kurd yên li Rojava hatî bidestxistin bû. Êrişên dewleta Tirk berdewamiya êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya ku bi destê çeteyan nekarîn bikin, niha bi xwe dikin. Bi hindek hevdîtinan xwestin piştgiriya Emerîka, Rusya û dewletên din bistîne, dema piştgirî nestandin, ji bo êrişên xwe rawa nîşa bide gelek hewildan kirin. Li taxa Taksîmê ya Stenbolê bi destê çeteyên xwe teqînek pêkanîn. Ev teqîn kirin hincetek ku bikarin êrişî li ser Rojava, Şengal û Herêmên Parastina Medya û rewa bidin nîşan dan. Dewleta ku leşkerê xwe bi destê xwe bi şewitîn in, wê çawa senaryoyên wiha çênekin.

Wisa diyar dibe ku hêzên ji derve ev êriş erêkirin, hûn vê yekê çawan dinirxînin?

Me gava din ji anî ziman ev demeke dewleta Tirk di nava hewildanê girtina distûrên vê êrişê de bû. Hemû êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi distûra hêzên koalîsyonê pêktên. Êrişên li ser Efrînê bi destûra Rusyayê pêkhat Koalîsyona Navdewletî ji çavê xwe li van êrişa girt. Diyar dibe ji bo êrişa herî dawî jî distûr hatiye girtin. Dewletên emperyal ji bo berjewediyên xwe her tiştî ji xwe re rewa dibînin. Bi hêsanî dikarin ji bo berjewediyên xwe yên navxweyî û navdewletî li ser gel û netewên din bazarê bikin. Bi salan li ser dewletên Rojhilata Navîn bazarê dikin. Berjewendiyên wan li gel kê zêdetir be li gel wan in. Ji bo wê jî çavê xwe ji êrişên dewleta Tirk re digirin.

Şervanên YPJ û YPG’ê mirovahî ji Çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, çima îro cîhan li dijî van êrişên li ser wan bêdeng dimîne?

Ev yek heqîqetek ne tenê gelê Kurd, tevahî gelên cîhanê vê yekê dizane. Hêzên YPJ, YPG û QSD’ê ku keç û xortên Kurdan in mirovahî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin. Hêza ku dibin felsefa Rêber Apo de xwe perwerdekirî ev çete têkbirin. Pêwîste gelên cîhanê vê yekê ji bîr neke. Gelo ger ev hêza Kurd neban wê kê mirovahî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikirba? Ne dewletên dagirker gelên cîhanê divê li gelê Kurd bibe xwedî. Pêwîste çavê xwe li wehşeta ku li ser gelê Kurd tê kirin re negirin.

Wek tê zanîn Wargeha Mexmûrê jî di bin metirsiya van êrişan de ye nêrînên we li ser vê yek çiye û banga we çiye ?

Êrişên dewleta Tirk yên ku niha li seranserî Kurdistanê li ser Kurdê azadîxwaz tê kirin. Kurdekî bi nasnameya xwe ya netewî, çand, ziman û hebûna xwe jiyan bike, di hedefa dewleta Tirk de ye. Ne tenê li Kurdistanê, Kurd li kudera cîhanê be wê di hedefa wan de be. Êrişên dewleta Tirk di demên derbazbûyî de li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî çêbû ye. Bêguman li ser wargehê jî metirsiyek pir mezin ya van êrişa heye. Ji ber ku gelê Mexmûrê herî zêde li dijî rejima faşîst a dewleta Tirk berxwedaye û îradeya xwe teslîmî wan ne kiriye. Bêguman yek ji hedefa dewleta Tirk Mexmûr e.  Pêwîste gelê Kurd bi giştî bi ruhê şerê gelê şoreşgerî bi şervanên azadiyê re li dijî êrişên li ser Mexmûr, Şengal, Rojavayê Kurdistan û Herêmên Parastina Medya yê têkoşîn bike. Di her qadê de berxwedan û têkoşînê bilind bikin.

(nr)

 

Nûçeya berê

ROJEVA 27.11.2022

Nûçeya pişt re

Ji şerê li dijî dagirkeriyê heta modernîteya demokratîk: Tevgera Apoyî

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Xwepêşandanên li hindir û piştgiriya derve ya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam e

Xwepêşandanên li hindir û piştgiriya derve ya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam e

Rêşemî 2, 2023
Li Dihokê ji ber temasa elektrîkê çar dikan şewitîn

Li Dihokê ji ber temasa elektrîkê çar dikan şewitîn

Rêşemî 2, 2023

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Viyan Soran di 17. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Zarokên Germiyan: Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e

Piştî teqîna gazê ya li Silêmanî û Dihokê xwesteka li ser amêrên agirkujiyê zêde bûye

Nûçeya pişt re
Ji şerê li dijî dagirkeriyê heta modernîteya demokratîk: Tevgera Apoyî

Ji şerê li dijî dagirkeriyê heta modernîteya demokratîk: Tevgera Apoyî

Yên Li Pêş

Li Silêmaniyê teqîn-NÛ BÛ

Rêşemî 1, 2023

Li taxa Raperîn a Silêmaniyê mayînek teqiya û kesekî jiyana xwe ji xwe ji dest da. Rêveberiya Giştî ya Karûbarên...

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Rêşemî 1, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’yan de ji bo azadiya fîzîkî...

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Rêşemî 1, 2023

Hevrêyên şehîd Viyan Soran derbarê kesayeta wê de axivîn û gotin; “Hertim dixwest weke komîn xebat werin birêve birin. Şehîd...

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Rêşemî 1, 2023

Xweşewitandin yek ji wan diyardeyane ku jinên Kurd li cîhanê pê tên naskirin. Bîzîşkek jî li nexweşxaneya şewatê ya Silêmaniyê...

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Rêşemî 1, 2023

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44...

Endama Meclisa Xanesorê Nafiya: Xayîn têkçûn, Xweserî biser ket

Endama Meclisa Xanesorê Nafiya: Xayîn têkçûn, Xweserî biser ket

Rêşemî 1, 2023

Endama Meclisa Gel a Xanesorê Nefiya Mêşo diyar kir ku dijmin û xayîn li hemberî xelkê Şengalê tûkçûn û Rêveberiya...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist