Vegera ser xaka Şengalê berdewame

Vegera ji bo Şengalê berdewam dike, îro jî 14 malbatên ku li qampa Newroz a Rojavayê Kurdistanê diman vegeriyan Şengalê. Malbat ji aliyê şervanên YBŞ'ê ve hatin pêşwazîkirin. Malbatan gotin ku ew bi vegera ser axa Şengalê gelek keyfxweşin.


Di êrîşên 3'ê Tebaxa sala 2014’an de bi hezaran welatiyên Êzidî hatin kuştin, dîl ketin destê DAIŞ’ê û koçberbûn. Di wê demê de bi sedan malbat di korîdora mirovahî ya ku dinavbera Rojavayê Kurdistan û Şengalê de hatibû vekirin re derbazî Rojavayê Kurdistanê bibûn. Piştî ku li Şengalê rewş aram bû gelek malbat ji Rojavayê Kurdistanê di heman korîdora mirovahî re vegeriyan Şengalê. Îro jî 14 malbatên ku li qampa Newroz a Rojavayê Kurdistanê diman, piştî 5 salan vegeriyan ser axa Şengalê.

Yek ji van malbatên ku îro vegeriya Şengalê malbata Heci Şemo ye, di derbarê vegera Şengal’ê de Hecî Şemo wiha hestên xwe anî ziman; “Bi berxwedaniya şervanên Azadi em derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Ev 5 salin em di Qampa Newrozê bûn. Em sipasiya gelê Rojavayê  Kurdistanê dikin. di nava van 5 salan de bi her awayî  alîkarî dan me . Em keyfxweşin bi vegera ser axa xwe lê malên me tûne ye em jî bi mecbûrin bikevin malên ku vala ne.”

Feysek Îbrahim Îlyas jî hatina xwe Şengalê bi wan gotinan anî ziman: “Di dema fermanê de em derbazî Rojavayê Kurdistanê bûn. Îro em kefxweşin ku derbazî Şengalê bûn. Em 14 malbat derbaz bûn. Beriya ku korîdor bê girtin ez hatibûm min malek ditîbû bi alikariya heval û mirovên xwe ezê mala xwe bibim wê mala ku ji bo me amadekirine.”

Îlyas got; “Heger parastina me YBŞ û YJŞ tine bê em nikarin tiştekê bikin.Bila herkes zanibe ku çi ferman were serê me çi bibe, em cih û warên xwe bernadin, bi saya fikir û ramanê Rêber Apo emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Malbatên vegeriyan ji aliyê şervanên YBŞ'ê ve bi keyfxweşiyek mezin hatin pêşwazîkirin. Şervanê bi navê Seed Kevsel jî li ser vegera xelkê Şengalê wiha got; “Em jî wek Şervanên YBŞ'ê me ji siharê seat 04:00'an ve berê xwe da korîdora mirovahî. Ji ber ku gele me di sala 2014’an de di komkujiyek re derbas bû. Ji ber fermanê berê xwe dabûn Rojavayê Kurdistanê. Di qampa Newroz de cih bûn, em gelek kefxweşin bi vegera gelê me. Hemû kes erkê xwe mirovahî pêk anî, Hezên YBŞ'ê, asayişa Şengalê, diplomasî her kes ji aliyekê de alikarî dan ku gelê me bê pirsgirêk derbazî Şengalê bibin.”

Herî dawî Şervanê YBŞ'ê Seed Kevsel bang kir û got; “Bangawaziya me ji hikûmeta Iraq'ê re heye, bila ew korîdora mirovahî ku di navbera Rojava û Şengalê de vekin. Gelê me nikarin derbazê Mûsil, Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê bibin û pêdawistiyên xwe yên jiyanê peyda bikin."

(şk)