Waliyê Nînova: Min îstifa nekiriye

Waliyê Nînova nûçeyên devjikarberdanê yên derbarê xwe de red kir û diyar dike ku ew li ser karê dewam dike.


Di saetên nîvro de nûçeyên ku waliyê Nînova devjikar berdaye yan jî ji kar hatiye dûrxistin, belavbûn. Piştî van nûçeyan waliyê Nînova Mensûr Merîd li ser malpera xwe ya tora civakî daxuyaniyek belav kir û nûçeyên jikardûrxistinê red kir.

Mensur got ku wî ti nameyên ji bo devjikarberdanê pêşkêşî meclîsa Nînova nekiriye û got; “Ez karê xwe li parêzgehê berdewam dikim.”