Waliyê nû yê Hewlêrê sonda yasayî xwar

Di 12’ê Îlonê de waliyê Hewlêrê Newzad Hadî dev ji kar berda, piştî wê Meclîsa Hewlêrê bi zêdetirîn dengan Firset Sofî weke waliyê nû yê Hewlêrê hilbijart. Sofî sondxwar û bi fermî bû waliyê Hewlêrê.


Waliyê Hewlêrê Firset Sofî ji bo bi fermî dest bi kar bike, li gel serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî xwar.

Li gorî malpera serokatiya herêma Kurdistanê, di merasîma sondxwarinê de, Wezîrê Navxweyî Rêber Ehmed amade bû û serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî waliyê nû yê Hewlêrê pîroz kiriye. Herwiha Barzanî ji bo xizmetê spasiya waliyê berê yê Hewlêrê Newzad Hadî jî kir.

Firset Sofî endamê berê yê parlamentoya Herêma Kurdistanê bû û bi ser fraksiyona PDK’ê bû.

(nr)