‘Wê DYA ji ber dosya Wedat Hisên zextê li ser Herêma Kurdistanê bike’

image_print

Pênçşem, 27 Tîrmeh 2017 – 13:54 

‘Wê DYA ji ber dosya Wedat Hisên zextê li ser Herêma Kurdistanê bike’

Şandeyek ji Konsolosxaneya DYA li Herêma Kurdistanê serdana malbata rojnameger Vedat Hisên kir. Birayê Wedat Hisên got: “Amerikiyan gotine wê zextê li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ku kujerên Wedat Hisên were eşkerekirin.”


SORAN HISÊN / ROJNEWS

Îro malpera fermiya Konsolosxaneya DYA li Herêma Kurdistanê de belavkir ku Beşê Karûbarê Giştî yê Konsolosxaneya wan li bajarê Dihokê serdana malbata Wedat Hisên kirine. Di vê derbarê de birayê Wedat Hisên Sedat Hisên ji ajansa me re axivî û naveroka serdanê eşkere kir.

‘Niha êrîşên cidî li ser endamên malbata Wedat Hisên hene’

Malpera fermiya Konsolosxaneya DYA li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belavkir û wiha ragihand: “Roja 17’ê Tirmehê Beşa Karûbarê Gitşiyê Konsolosxaneya me serdana Memican Salih û Mezher Hisên ku dayîk û birayê Wedat Hisên rojnamegerê ajansa RojNews kirine.”

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha jî hat gotin: “Wedat Hisên di meha Tebaxa sala derbasbûyî hatiye revandin û piştre hatiye kuştin. Wek malbatê diyarkirî heya niha ti pêşketinek der barê dosyaya Wedat Hisên de pêk nehatiye. Her wiha hat diyarkirin ku hinek endamên malbatê rastî hinek êrîşên cidî hatine.”

Der barê serdana Konsolosxaneya DYA ji bo wan, birayê rojnameger Wedat, Sedat Hisên ji ajansa me re axivî û got: “Şandeyê der barê pêşketina dosyaya Wedat de pirs ji me kirin, me ji wan re got ku ti pêşketinek pêk nehatiye. Li beramberê vê şandeyê soz dan ku wê zextê li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê bike ku kujerê Wedat were eşkere kirin.”

Sedat Hisên got: “Der barê êrîş û zextên li ser malbatê de ji hinek lêkolîn hatine kirin. Me ji belgeyên pêwist li ser zext û êrîşên cidî li ser malbatê teslîmê şandeyê kirin.”

Wedat Hisên rojnemeger û nûçegihanê ajansa RojNews bû, li bajarê Dihokê di roja 13’ê Tebaxa 2016’an de ji aliyê çend çekdaran ve li ber çavê xelkê hate revandin. Piştî 2 seatan li nêzî gundê Sêçî nêzîkê parêzgeha Dihokê bi şêweyekî êşkencekirî hate dîtin.

Piştî hat gihandina nexweşxaneyê ji ber çav hatibû teqandin û serê wî hatibû perçiqandin, dest û tiliyên wî ji hatibûn şkandin. Piştî saetekê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Serokê Lijneya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê Soran Omer ragihand: “Qetilkirina Wedat Hisên qetilkirina herî rêxistinkiriya di nava Herêma Kurdistanê de bû ku desthiladariya ewlekariya Dihokê ji vê qetilkirinê berpirsyare.”

Piştî qetilkirina Wedat birayê wî yê mezin Tariq Hisên ji ajansa me re axivî bû û diyarkiribû ku ew çekdarên PDK’ê wek berpirsê vê qetilkirinê dizanin.

Serdana Konsolosxaneya DYA di demek wisan de bû ku Konsolosxaneya Elmana ji serdana malbata Wedat Hisên kiriye. Lê belê heya amedekirina vê nûçeyê ti kesek li ser qetilkirina Wedat Hisên ne hatiye binçavkirin û dosyaya wî wekî vekirî hatiye hiştin.

(rn)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re
Tîrmeh 2020
PSÇPCCP
 12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
2728293031 

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist