Sê roj bûn hêzek ya artêşa Iraqê li sinorê bajaroka Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê bicih bibû. Piştî bicihbûna hêza Iraqê alozî dinavbera pêşmerge û wê hêze de derketibû. Îro piştî rayedarên her du aliyan civiyan, hate ragihandin wê hêza Iraqê xwe ji sinorê bajarok şûnde bikêşe.
Di çarçoveya operasyona ku artêşa Iraqê roja 11’ê Tîrmehê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin, hêzek ser bi artêşa Iraqê li sinorê bajaroka Kifrî ya Germiyanê bicih bibû. Cihê ku ev hêz lê bicih bibû 500 metran dûrî baregehên pêşmergeyan bûn. Ji ber vê yekê jî alozî di navbera her du hêzan de çêbibû.
Lê îro di navbera berpirsên hêza pêşmerge û hêza Iraqê de civînek pêkhat. Li gorî zanyariyên bidestketin, di civînê de biryar hate dayîn ku hêza Iraqê bi mercê ku bendek a wê li sinorê bajarok bimîne wê xwe şûnde bikêşe.
(kş)