Wê li Kerkûkê ji bo kesên hejar alîkarî were komkirin

Li Kerkûkê kampanya komkirina alîkariyê ji bo kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye hate destpê kirin.


Li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê, ji aliyê hejmarek mela û kesayetên Kerkûkê ve ji bo komkirina alîkariyê ji kesên pêwîstiyan wan pê heye û hejar re Kampanya Mirov Dost hate ragihandin.

Têkildarî çawaniya kampanyayê Mamosta Ehmed Kerkûkî daxuyanî da û got;”Diyare ji ber belavbûna vîrûsa korona li hemû bajarên Iraqê û Başûrê Kurdistanê qedexeya hatinûçûnê hatiye ragihandin. Lewma bazar hatine girtin, kar û kasibkariya welatiyan hatiye rawesandin. Ji ber ku li bajarê me kesên hejar, kêm dahat û desteng gelek in, me weke çend kesayetî, mela û mamostayên olî Kampanya Mirov dost ragihand.”

Wê di kampanyayê de xuret û erzak ji bo kesên hejar û pêwîstiya wan pê heyî were komkirin.

Bang li hemû sermeyedar û Kurdan hate kirin ku weke erkek ehlaqî, olî û mirovaî beşdarî kampanayê bibin.

Wê kampanya heta metirsiya vîrûsa korona heye berdewam bike. Wê alîkarî li pişt Termînata Silêmanî ya li Kerkûkê were komkirin.

(ab)