Wê piştî du hefteyên din pirtûka Dewran bi Kurdî were çapkirin

Wê piştî du hefteyên din pirtûka Selahedîn Demirtaş a binavê Dewran bi zaravayê Soranî bikeve ber destê xwendekaran. Ev pirtûk li ser çend serpêhatiyek di girtîgehê de ji aliyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahedîn Demirtaş ve hatiye nivîsin.


Li gorî Ferhad Çomanî ku wergera pirtûka Dewran kiriye, diyar kir ku wê piştî du hefteyên din pirtûka Selahedîn Demirtaş a binavê Dewran bi zaravayê Soranî bikeve ber destê xwendekaran.

Çomanî di hevpeyvînek li gel Rojnews'ê de qala amadekariyên dawî yên pirtûkê kir û got; "Karê wergêr û sererastkirinê bidawî bûye. Em niha li benda destûra weşanxaneya ku li Tirkiye pirtûkê çapkiriye mane. Wê piştî du hefteyên din pirtûk bikeve berdestê xwendekaran."

Ferhad Çomanî li ser pirtûkê nêrînên xwe anî ziman û got; "Li gorî min ev pirtûk bi zimanek vekirî û pêşketî hatiye nivîsîn. Herwiha di pirtûkê de zimanek wêjeyî û gelek xweşik hatiye bikaranîn."

Dewran pirtûka  duwem a Selahedîn Demirtaşe ku li girtîgehê de dinivîse. Pirtûka xwe ya destpêkê jî di Îlona sala 2018'an de a binavê Seher çapkiribû. Ev pirtûka wê ya binavê Seher li Başûrê Kurdistanê ji aliyê welatiyan ve  rastî eleqeyek baş hatibû. Heya niha ew pirtûk du car hatiye çapkirin. Tê payîn ku pirtûka wî ya duwem jî rastî eleqeyek mezin were.

Selahedîn Demirtaş kiye?

Selahedîn Demirtaş li sala 1973'an li navçeya Palo ya Xarpêta Bakurê Kurdistanê ji dayîkbûye. Zanîngeha Yasa li Enqere temam kiriye. Demirtaş sala 2008'an de di hilbijartinan de yekem car wek parlementerê DTP'ê yê Amedê diçe parlamentoya Tirkiye. Li sala 2010'an dibe Hevserokê Partiya Aşitî û Demokrasî (BDP) û sala 2014'an jî dibe Hevserokê HDP'ê.

Li 4'ê Cotmeha 2016'an de dewleta Tirk herdu Hevserokên HDP'ê Selahedîn Demirtaş û Fîgen Yûksekdag tevî hinek parlamenterên HDP'ê bi îdiayên cûda cûda binçavdikin û heya niha jî nehatine berdan.

(şk)