Wê sibe li Herêma Kurdistanê xetên înternetê werin qut kirin

image_print

Şemî, 25 May 2019 – 21:49  NAVENDA NÛÇEYAN

Wê sibe li Herêma Kurdistanê xetên înternetê werin qut kirin

Ji ber ezmûnên dibistanên refên 9’an ên navîn û ezmûnên dibistanên amadeyî yên ji bo derbazbûna zanîngehan, sibe li Herêma Kurdistanê xetên înternetê wê werin qut kirin.


Sibe li Herêma Kurdistanê ezmûnên dibistanên refên 9’an ên navîn û dibistanên amadeyî yên ji bo derbazbûna zanîngehan destpê dikin.

Berdevkê Wezareta Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Umêd Mihemed ji Rojnews’ê re got; “Di rojên ezmûnan de ji saet 07:00’ê sibehê heya 10:00’an wê xetên înternetê werin qut kirin.”

Salane di dema ezmûnên refên 12’an yên dibistana amadeyî ku ji bo derbazbûna zanîngehê tên lidarxistin de, ji bo pêşî lêgirtina kopyê li ser daxwaza Wezareta Perwerdê, xetên înternetê têne qut kirin.

(şk)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist