کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Pênçşem, Rêşemî 2, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Wê Silêman Helşoyî ji giliyê sedan kes rizgar bibe?

  ROJNEWS- MIHEMED HESEN
23/12/2020 - 7:55:49 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Silêman Helşoyî keseke ku bi rojane li ser çapemeniya Başûr bûye rojev. Bi sedan kes dibêjin wan pere û mal bi faîz dane Silêman Helşoyî. Helşoyî jî di çend rojên borî de diyarkiribû ku wî îflas kiriye. Her çiqas Helşoyî hatiye binçavkirin jî, lê xwediyên deynan dibêjin ger pirsgirêka wan neyê çareserkirin wê pirsgirêkên civakî rû bidin. Parêzerek jî diyarkir li gorî yasayê wê Helşoyî were berdan.

Çend saleke li sinorê îdareya Raperîn hinek kes hene bazirganiyê dikin, bi awayê faiz ji welatiyan wesayît, zevî, xanî, heywan, demance werdigrin û piştî çend mehek pereyê wan cardin didinê. Yek ji van kesên ku vê bazirganiyê li devera Raperîn dikir jî kesê bi navê Silêman Helşoyî bû. Tê gotin ku Silêman Helşoyî ragihandiye wî iflas kiriye. Li aliyê din jî bi sedan kes dibêjin pere û malê wan li cem Helşoyî maye. Gelek kesan ji ber vê yekê gilî li ser Helşoyî tomarkirine û gelek kes jî xwe amade dikin gilî li ser tomar bikin.

Temenê Silêman Helşoyî 28 sale, di demên derbasbûyî de her kesek pere dabitê wî di dema xwe de li gel faiza pereyê wî pereyê wî didayê. Her çiqas niha bi sedan kes dibêjin pereyê wan li cem Silêman Helşoyî heye, lê diyar jî dikin ku ti belgeyek yan jî nivîsek yasayî ku wan pere bi Helşoyî dabe tine ye. Tenê di navbera van kesan û Helşoyî de kaxezek ku wan bi destê xwe nivîsandine û îmze kirine heye.

Senger Îsmaîl yek ji wan welatiyane ku dibêje wî wesayîta xwe firotiye Silêman Helşoyî û pereyê xwe wernegirtiye. Senger got, “Min bi qista sê mehan wesayîta xwe firotibû Silêman Helşoyî, wek şexs baweriya min pê dihat. Ji berku ji beriya niha pereyê xwe di dema xwe de dida. Niha daxwaza me ewe ku Silêman were di nava gel de çawaniya îflasbûna xwe bi awayek rast ji gel re bêje.”

Welatiyê bi navê Îsmaîl Mihemed jî got, “Min bi xwesteka xwe 40 hezar dolar da Silêman û min mala xwe wêran kir.”

Welatiyê bi navê Hêriş Ebdullah jî da zanîn ger hikûmet vê pirsgirêkê çareser neke wê pirsgirêk mezin bibe û dibe ku pirsgirêkên civakî rû bidin. Ji bona wê divê di demek zû de ev pirsgirêk were çareserkirin.

Têkildarî girtina Helşoyî duh Berdevkê Rêveberiya Polîsên Raperîn Şoreş Îsmaîl di civînek çapemeniyê de got, Helşoyî li gel 19 kesên din li gorî madeya 456 ya cezayan a Iraqê hatine binaçavkirin û lêkolîna di gel wan de berdewame.

Her wiha Şoreş Îsmaîl da zanîn heta niha 50 welatiyan li ser Helşoyî gilî tomarkirine û nêzî 500 welatiyên din jî navê xwe tomarkirine ji bo gilî li ser Helşoyî tomar bikin.

Têkildarî binçavkirina Silêman Helşoyî û aliyê wê yê yasayî Parêzer Rêbîn Sebah, li ser hesabê xwe yê facebook’ê nivîsiye; “Dema ku Silêman Helşoyî were dadgeh kirin, wê ji tevayî giliyên ku li dadgeha Ranyayê li ser hatine tomarkirin, rizgar bibe û were berdan. Ji berku madeya 456 a yasayên cizayên Iraqê ti eleqeyek xwe bi vî şêwazê wergirtina pere ve nine. Di yasa cezayan a Iraqê de bendek heye dibêje ti kesek li ser karekî ku li gorî yasa cezayan a Iraqê ne suc be, nayê cezakirin.”

(kş)

 

 

Nûçeya berê

Di guhê guhdaran de dengek zindî: Mamlê

Nûçeya pişt re

Elî Heme Salih: Li gorî budceya 2021’an para Herêmê têrê dike

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Xwepêşandanên li hindir û piştgiriya derve ya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam e

Xwepêşandanên li hindir û piştgiriya derve ya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam e

Rêşemî 2, 2023
Li Dihokê ji ber temasa elektrîkê çar dikan şewitîn

Li Dihokê ji ber temasa elektrîkê çar dikan şewitîn

Rêşemî 2, 2023

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Viyan Soran di 17. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Zarokên Germiyan: Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e

Piştî teqîna gazê ya li Silêmanî û Dihokê xwesteka li ser amêrên agirkujiyê zêde bûye

Nûçeya pişt re
Elî Heme Salih: Li gorî budceya 2021’an para Herêmê têrê dike

Elî Heme Salih: Li gorî budceya 2021’an para Herêmê têrê dike

Yên Li Pêş

Li Silêmaniyê teqîn-NÛ BÛ

Rêşemî 1, 2023

Li taxa Raperîn a Silêmaniyê mayînek teqiya û kesekî jiyana xwe ji xwe ji dest da. Rêveberiya Giştî ya Karûbarên...

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Rêşemî 1, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’yan de ji bo azadiya fîzîkî...

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Rêşemî 1, 2023

Hevrêyên şehîd Viyan Soran derbarê kesayeta wê de axivîn û gotin; “Hertim dixwest weke komîn xebat werin birêve birin. Şehîd...

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Rêşemî 1, 2023

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44...

‘Şehîd Viyan di şert û mercên dijwar ên Başûrê Kurdistanê de dest bi têkoşînê kir’

‘Şehîd Viyan di şert û mercên dijwar ên Başûrê Kurdistanê de dest bi têkoşînê kir’

Rêşemî 2, 2023

Leyla Walî Hûseyîn bi nasnav Viyan Caf yan jî Viyan Soran di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê....

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Rêşemî 2, 2023

ÊZDÎN ŞENGALÎ- ROJNEWS Plansaziya MÎT û Parastinê ya ji bo sala 2022’yan ew bû ku pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist