Wedat Hisên li ser gora xwe hate bibîranîn

Di sêyemîn salvegera qetilkirina Wedat Hisên de, li ser gora wî ya li Dihokê ji aliyê komek rojnamevan, parlementer û aktivîstan ve hate bibîranîn. Di bîranînê de daxwaz hat kirin ku kesên ku Wedat Hisên qetilkirine werin dadgehkirin.


Nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên di 3'yê Tebaxa 2016'an de li Dihokê hatibû qetilkirin, ji bo bîranîna wî di saet 17:00’an de komek ji rojnamevan, parlementer û aktivîstên bajarê Dihokê çûn ser gora wî ya li goristana Şaxkê ya li Dihokê û ew bibîranîn.

Di serdana goristanê de wêneyên  Wedat Hisên û rojnamevanên din ên hatine qetilkirin hatin bilindkirin.

Li ser gora Wedat Hisên axaftin hatin kirin, herwiha peyama rojnamevan û aktivîstên bajarê Dihokê ya têkildarî sêyemîn salvegera qetilkirina Wedat Hisên hate xwendin. Di peyamê de hate gotin tevî ku sê sal bi ser qetilkirina Wedat Hisên re derbaz dibin jî, hîna tû kesek têkildarî qetilkirina wî nehatiye girtin û tû pêşketinek nû jî di dosya wî de çênebûye.

Herwiha daxwaz hate kirin ku dosya qetilkirina Wedat Hisên jî mîna rojnamevanên ji beriya wî hatine qetilkirin, bi ser de neyê nixûmandin û kesên ku Wedat Hisên qetilkirine bên sizadan.

Hêjayî bibîrxistinê ye wê di 18'ê Tebaxê li Silêmaniyê ajansa me Rojnews ji bo sêyemîn salvegera şahadeta Wedat Hisên merasîmekê organîze bike. Herwiha wê du xelat bi navê 'Xelata Wedat ji bo azadiya rojnamegerî' pêşkêşî rojnamegeran were kirin.

Di 13'yê Tebaxa 2016'an de rojnameger û nûçegihanê ajansa me yê Dihokê Wedat Hisên nava rojê li ber çavê xelkê Dihokê li taxa Malta hat revandin. Piştî çend saetan bi birîndarî avêtin li ser rêya di navbera Dihok-Simêlê. Li ser bedena wî gelek şopên êşkenceya bi hovane hatî kirin hebûn, piştî ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.

(şk)