Welatiyên Biradostî: Em li ser axa xwe zilmê qebûl nakin

Welatiyên Herêma Biradostiyan bi daxuyaniyekî dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ew qebûl nakin dewleta Tirk were li Kurdistanê bi cih bibe û zilmê li wan bike. Her wiha gotin, ew dixwazin li ser axa xwe bi azadî bijîn û ji bo vê jî banga têkoşîna hevpar li Kurdan kir.


Welatiyên Herêma Biradost bi daxuyaniyeke bi dîmen dagirkeriya Tirk şermezar kirin û bang li gelê Kurd kirin ku li her derê li dijî dagirkeriya Tirk xwe rêxistin bikin.

Welatiyên Biradostiyan danzanîn ku ew jî weke her milletekî xwedî maf û xakin û wiha hate gotin, “Dewleta Tirk Kurdan qetil dike, direvîne, derbeder dike. Li Bakurê Kurdistanê jî êrîşê gel dike. Lê weke her neteweyek em jî xwedî xak û mafin. Mafê me yê xwe birêvebirinê heye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku ew dixwazin li ser axa xwe bi azadî bijîn û wiha dirêjî pê hate dayîn, “Em dixwazin li ser axa xwe niştecih bibin. Naxwazin li ser axa xwe zilmê bibînin û mafên me bên binpêkirin. Em weke her milletekî cîhanê ji azadî û serxwebûnê hez dikin. em dixwazin Kurdistaneke me ya azad û serbixwe hebe, mafên me ne yên binpêkirin.”

Ji bo têkoşîneke binbandor jî welatiyên herêma Biradostê bang li Kurdên çar parçeyên Kurdistanê kirin ku têkoşîneke yekgirtî bidin û daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû, “Daxwaza me ya sereke ewe ku Kurd xwe li çarparçeyên Kurdistanê rêxistin bikin û yekîtiya xwe pêk bînin.Pêwîste li dijî her dewleteke dixwazin mafên Kurdan binpê bikin bihevre bisekinin.”