Welatiyên Kerkûkê: Gerîla hêza me ye, em li pişt wanin

Welatî, rojnameger û çavdêrên siyasî yên bajarê Kerkûkê diyarkirin ku gerîla hêza wanin û bang li hemû Kerkûkiyan kirin daku xwe ji bo gerîlayan bikin mertalên zindî. Kerkûkiyan dan zanîn ku yên ku dema DAIŞ’ê de bi hewara wan hatîn gerîla bûn,  Ji bo vê pêwîste Kerkûkî dilsoziya gerîlayan a hemberî vî bajarî ji bîr nekin û ji bo Qendîl û gerîlayan li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bibin mertalên zindî.


Rojnameger, welatî û çavdêrên siyasî yên  bajarê kerkûkê li ser rol û bandora gerîlayan ya ji bo parastina xaka Kurdistan û xelkê sivîl ji RojNews re axivîn.

Rojnameger Xebat Necmedîn balkêşa ser bombebarana dewleta Tirk û qetil kirina xelkê sivîl û got; “Dema ku çeteyên DAIŞ dixwestin Kerkûkê dagir bikin, gerîlayên Kurdistanê ji bo parastina bajarê Kerkûk ji Qendîlê hatin. Ji bo vê ez ji bo hemû wan êzên Kurdî yên di çarçoveya hêzên nîştimanî de ne, dibêjim;  ‘Gerîla hêza me bixwe ye û divê em alîkarê wan bin.’

Xebat daxwaza yekitiyê li aliyan kir û got; “Gerîla takên vê Kurdistanê ne û xelkê herêm û beşên din yên Kurdistanê ne. Ti cûdahiya Kurdan nîne. Ez dixwazim hemû aliyên Kurd peywendiyên xwe asayî bikin û ji bo yekitiya gelê Kurd kar bikin. Ger ev yek pêkwere emê bikarin pîlanên dijmin pûç bikin. Li gorî min lidarxistina kongreya netewî, zimanê serkeftina netewên Kurdistan û gelê Kurde.”

'Gerîlayan erkê parastina welatiyan weke erkê xwe dîtin'

Welatiyê bi navê Helwêst Kake Weysî behsa rola gerîlayan di parastina Kerkûkê de kir û got; “Dema ku çeteyên DAIŞ nîvê Iraqê dagir kirin û pîlana êrîşa ser Kerkûkê pêkanîn, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê bi canê xwe û hevbeşiya bi pêşmergeyan re hatin Kerkûk. Gerîlayan erkê parastina welatî û vî bajarî weke erkê xwe dîtin. Ger em rastiyê bêjîn, rolek girîng yê gerîlayan di şikestina pîlanên DAIŞ yên herêmê û Herêma Kurdistanê de heye. Gerîlayan di oxira vê axê de şehîd dan û xwîna xwe rijandin.”

‘Di 16’ê Cotmehê de take hêza parastinê gerîla bûn’

Helwêst di dewamê de got; “Divê em ji bîr nekin, kî bûn dema borî de parastina me dikirin? Di 16’ê Cotmehê de take hêza parastina vî bajarî kirîn, gerîlayên PKK’ê bûn. Ji bo vê pêwîste Kerkûkî dilsoziya gerîlayan a hemberî vî bajarî ji bîr nekin û ji bo qendîl û gerîlayan li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bibin mertalên zindî.”

Çavdêrê siyasî yê bi navê Burhan Hacî Silêman, xebat û bandora gerîlayan ya li Kerkûkê bi rêzdarî pêşwazî kir û got; “Her hêza netewî ku di dema zor de bi hawara Kurdistanê û Kerkûkê hatibe, divê bi rêzdarî û weke çavkaniyek ya hêzên nîştimanî danûstandin li gel were kirin. Gerîla bi hatina çeteyên DAIŞ’ê re, bi hewara xelkê Kurdistanê hatin. Gerîlayan bi hewara Kerkûk, Şengal û Mexmûr hatin, ev jî tê wê wateyê ku hêza gerîla, hêzek nîştimaniye.”

Burhan Hacî di dawiyê de got; “Niha dema wê ye ku em piştgiriya hêzên ku bi hewara xelkê Kurdistanê hatine bikin. Çawa pêwîste em piştgiriyê li hebûna wan hêzan bikin, divê rêz ji xebat û têkoşîna wan re jî were girtin. Divê xelkê Kerkûkê gerîlayan ji bîr nekin û ji bo wan xwe bikin mertalên zindî.”

(nr)