REWANDUZ
Bajaroka Rewanduz a cihê geştiyariyê ji aliyê hikûmetê ve hatiye paşguh xistin û ti projeyek giring ên xizmetguzariyê lê nayê kirin. Ev jî di demek de ye ku ji sedî 60 deverên geştiyarî yên sinorê parêzgeha Hewlêrê li xwe digre. Lê roj bi roj bajarok ciwanî û balkêşiya xwe winda dike û dibe bajarokek bê xizmetguzarî. Li gor gotina welatiyên bajarok, Rewanduz ji ber mijarên siyasî tê cezakirin û xizmet jêre nayê kirin.
Bajaroka Rewanduz 110 kîlometre ji parêzgeha Hewlêrê dûre, 41 gundên girêdayî Rewanduzê hene. Bajarok xwediyê ciwantirîn dîmenê xwezayî ye ku derdora wê bi çiyayên Karx, Hendirên û Korek hatiye dorpêçkirin. Paytexta Mîrnişîna Soran bû, niha jî şunwarên Qelaya Mîr Mihemed Paşayê Koreyî li Rewanduzê maye. Seyrangehên herî xweş ên Başûrê Kurdistanê yên Rewanduzê ne ku ew jî evin; Bêxal, Cundiyan, Gelî Feqyan û seyrangehên Wertê.
Her wiha bi dehan şunwar û berhemên dîrokî lê hene. Rewanduz di warê huner, mûzîk, rewşenbiriyê de jî bajarokek dewlemende. Lê piştî 30 sal ji hikûmraniya desthilata Kurdî ev bajarok li şûna were pêşxistin, ber bi paş de tê birin û ti pêşketinek nû têde nayê dîtin.
Derbarê xemsariya hikûmeta Herêmê ya li beramberî şêniyên bajarok şêniyên bajarok axivîn.
Welatiyê bi navê Cebar Qadir nerazîbûna xwe ya ji îdareya bajarok re nîşanda û got, “Desthilat sizayê siyasî bi ser xelkê Rewanduzê de bi cih tîne. Ger ne wisane çima xizmet ji bajarok re nayê kirin û her ku diçe ber bi gundbûnê ve diçe.”
Cebar da zanîn ku Rewanduz dîrokek wê ya kevnar û serbilind heye, ji bona wê divê xizmet jêre were kirin. Cebar wiha domand: “Niha tiştek ji bo vî bajarî nayê kirin. Sizayê siyasî lê tê birîn, ji ber di dema hilbijartinan de xelkê vî bajarokî deng bi YNK’ê didin, PDK ji ber vê yekê tol ji gel dihilîne û wan ji xizmetguzariyan bê par dihêle.”
Nêzî 17 salin sahaya futbolê li Rewanduzê hatiye çêkirin lê heta niha karê wê nehatiye temamkirin û lîstik têde nehatiye lîstin. Bazarek wê ya serdemane nine, avahiyên saziyên hikûmî û avahiyên beşek ji dibistanan ên serdema rejima Baas in ku sîmayek ne ciwan didin bajarok. Ti kolej û peymangehek hikûmî li bajarok nine. Sektora çandiniyê li bajarok gelek lewaz bûye, berhemên xwemalî yên cotyaran li bazarên Herêma Kurdistanê de nayên firtoin û hemû salek berhemên cotyaran di destê wan de dimîne û xira dibin. Her çiqas ava seyrangeha Bêxal lê heye, lê di demsala Havînê de gelek taxên bajêr bê ava vexwertinê dimînin. Gundên wê ji xizmetguzariyên sereke ên wek rê, av û elektrîkê hatiye bê parhiştin.
Ferhan Ehmed li Dadgeha Rewanduzê de karmende, derbarê kêmaniyên li bajarok hene de axivî û got: “Hinek projeyên xizmetguzarî ji bo Rewanduzê hatine kirin, lê kêmin. Rewanduz di warê çandinî û geştiyariyê de dewlemende, lê wek pêwîst xizmet jêre nayê kirin.”
Di dewamê de Ferhan Ehmed diyar kir ku di salên borî de berhemên çandiniyê yên cotyarên Rewanduzê ji bo bajarên din ên Kurdistan û Iraqê dihatin şandin, lê niha ti giringiyek bi berhemên xwemalî yên bajarok nayê dayîn. Ferhan got, “Ji ber vê rewşê cotyarên bajarok bê hêvî bûne û tenê pişta xwe bi muçeyê mehane girêdidin. Her wiha di warê geştiyarî de jî bi dehan çavkaniyên giring ên geştiyariyê hene, lê hikûmet di warê pêşxistina bajarok de xemsare.”
Derbarê nebûna ti projeyek giring ên geştiyarî û xizmetguzariyê li bajarok, Rojnews peywendî bi rêveberiya bajarok re kir, lê nexwestin derbarê bê parhiştina Rewanduzê ya ji projeyên xizmetguzariyê de baxivin.
(kş)